Dayîkên Aştiyê yên Nisêbînê banga îstifayê li Serokwezîr kirin

15:55

JINHA


MÊRDÎN – Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Nisêbînê bi boneya balkişandina ser faciyeya Somayê civîna çapemeniyê li dar xistin û gotin: “Gelek qirkirin bi ser me de hatine. Zarokên vî gelî dimirin. Heta niha kî hatibe deshilatiyê qirkirin kirine. Li hemberî vê qirkirina Somayê divê hikumeta AKP’ê û Serokwezîr îstifa bikin.”


Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Nisêbînê bi boneya balkişandina ser faciyeya Somayê civîna çapemeniyê li dar xistin. Civîna çapemeniyê li avahiya navçeya BDP’ê ya Nisêbînê hat li darxistin. Beriya civîna çapemeniyê ji bo giyana karkerên di faciyayê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê dayîkan Perîhan Altug axivî. Perîhan nêzîkatiya hikumetê ya li malbatên di wê faciyayê de xizmên xwe wendakirî rexne kir. Perîhan da zanîn ku ew weke dayîk û weke jin ji bo wan malbatên di qirkirinê de xzmên xwe wendakirine sersaxî dixwazin.


‘Em yên ku bûne sedema qirkirinê şermezar dikin’


Perîhan anî ziman ku gelek girkirin bi ser wan de derbasbûne û gotin: “Gelek qirkirin bi serê me hatine. Weke pêşiyên me gotine hinek j ime taştê, hinek firavîn û hinek jî şîvin. Qirkirinên Gurgum, Sêwas û Roboskiyê taştêbûn û Soma jî bû firavîn.” Perîhan destnîşan kir ku berpirsên hikmet û dewletê li hemberî van bûyeran çav û guhên xwe digirin û wiha domand: “Tenê dayîkên kurd û tirkan digirîn. Rejîm li berjewendi, kursî û pereyên xwe difikirin. Zarokên vî gelî dimirin. Heta niha kî hatibe deshilatiyê haman karî kirine. Li hemberî vê qirkirina Somayê divê hikumeta AKP’ê û Serokwezîr îstifa bikin.”


 (zt)