Hewlêr Birînek vekiriye û 17 sale dinale

16:14

JINHA


HEWLÊR  - Îro salvegera komkujiya Hewlêrê ku ji aliyê hêzên PDK’ê ve li dijî endamên PKK’ê yên birîndar û gazî yên li nexweşxaneyê pêk hatibû û zêdetirî 30 endamên PKK’ê hatibûn qetilkirin e. Li ser komkujiyê re 17 sal derbas bûn, lê malbatan hîn jî nekariye cenazeyên zarokên xwe bigirin.


Di sala 1997'an de bi pêşengiya rêjîma tirk û hevkariya hêzên navnetewî û herêmê, li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê êrîşên dijwar pêk hatin. Di roja 14'ê Gulana 1997’an de leşkerên artêşa tirk li herêmên girêdayî Herêma Federala Kurdistanê operasyonek berfereh da destpêkirin.


PDK’ê soza ku dabû bi cîh nanî


Beriya operasyon dest pê bike, rayedarên Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) û Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ragihandin ku ew ê li hemberî gerîlla û endamên PKK’ê piştgiriyê nedin artêşa tirk. Lê belê PDK’ê soza ku dabû bicîh neanî û bi awayekî rasterast destek da operasyona leşkerên tirk.


Li ser birîndaran qirkirin kirin


Wan rojan, bi dehan gerîllayên PKK’ê yên di şerê bi artêşa tirk re birîndar bibûn, li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê dihatin dermankirin. Piraniya wan gerîllayên ku bê dest û ling bûn, roja 16'ê Gulanê ji aliyê pêşmergeyên PDK’ê ve tên dorpêçkirin.


Encamên Operasonê gelek giranbûn


Gerîllayên birîndar yên bi biryardariyeke mezin li dijî hewldanên teslîmgirtinê yên PDK’ê rabûn rastî êrîşa çekdarî hatin. Di heman kêliyan de, li dijî xebatên Navenda Çanda Mezopotamya û Navenda Rojnameya Welat jî, hêzên PDK’ê operasyon dan destpê kirin. Encamên dorpêçkirina nexwexanê û operasyonên din yên PDK’ê jî, gelek giran bûn.


Bêtirî 30 endamên PKK’ê ku piraniya wan seqet, birîndar, nexweş û gazîbûn li Hewlêrê bi awayekî hovane hatin kuştin. Beşek ji xebatkaran jî, dibin çavan de hatin kuştin û gelek ji wan hatin revandin.


17 sal di ser komkujiyê re, derbas bû, lê heta niha malbat nikarin cenazeyên zarokên xwe bigrin.


(zt)