‘ŞONÎM ne jinê dê malbatê biparêze’
16:14
Mizgîn Tabu / JINHA
AMED – Koordînatora Navenda Jinan a Kardelenê Mukaddes Alataş, destnîşan kir ku bi avakirina ŞONÎM’ê armanc dikin ku xebatên saziyên jinan bên rawestandin. Mukaddes, got ku bi Serokatiya Karê Diyanetê re peyman hatiye îmzekirin û li gorî peymanê dê vaîze (melayên jin) bê peywirdarkirin.
Koordînatora Navenda Jinan a Kardelenê ya şaredariya Baglara Amedê Mukaddes Alataş, bal kişand ser qetilkirina jinê û zewaca di temenê biçûk û destnîşan kir ku di nav 7 salên dawiyê de ji sedî hezar 400 qetilkirina jinê zêde bûye. Mukaddes, got ku qanûnên ku li dijî şîdet û qetilkirina jinê hatî sererastkirin terê nake û qels e.
Qanûna Navenda Şopandinê ya Li dijî Şîdetê (ŞONÎM) di çarçoveya qanûna 6284’an ya ku di sala 2012’an de hatî derxistin hat derxistin. Dema ku ev ŞONÎM bê pratîzekirin dê têkoşîna jinan û xebatên jinan bikeve di bin kontrola dewletê. Bi vê navendê dê rolên cinsiyeta civakê bêtir xûrt bibe. Tê armanckirin ku ŞONÎM 80 bajaran bê pratîzekirin. Di serî de 18 bajar hate hilbijartin.
‘Bi ŞONÎM’ê dê xebat bên astengkirin’
Navenda Şopandina li Dijî Şîdetê, dê di bin banê Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê de xebatan bike. Jinên ku bi şîdetê re rû bi rû manê dê di çarçoveya plansaziya navendê de bên rawestandin. Mukaddes Alataş, destnîşan kir ku armanc dikin ku ji bo jinan qadên azadiyê biafîrinin, lê bi ŞONÎM’ê xebatên jinan bê astengkirin.
Mekanîzmaya kontrolê…
Mukaddes, got ku dê bi ŞONÎM’ê pergaleke nû bê pêş xistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pergala nû dê rê û rêbazên çareseriyê qels û kêm dike. ŞONÎM dê derbarê jinê de biryar bide. Bi biryara ŞONÎM’ê jin dê bên bicihkirin. ŞONÎM dê bibe mekanîzmaya kontrola xebatên civakî ya stargehan. ŞONÎM, bi tevahî bi wezaretê re bixebite. Rêxistinên saziyên sivîl, navendên piştgiriyê yên şaredariyê dê bê însiyatîf bên hiştin. Têkoşîna jinê de bi ŞONÎM’ê bên qelskirin û dê bikeve bin kontrola dewletê. Her wiha ŞONÎM dê kêmasiyên dewletê veşere. Dê rolên cinsiyeta civakê li ser jinê wekî her car bi bandor be û dê bidome.”
Gelo psîkolog hewceye an vaîze?
Mukaddes, bal kişand ser xala memurtiyê û wiha axivî: “Di rêznameyên berê de memûrtî nîn bû lê bi ŞONÎM’ê di rêznameyê de memurtî jî derbas dibe. Li gorî agahiyên ku gihiştî destê me bi Serokatiya Karê Diyanetê re peymanek hatiye îmzekirin. Li gorî peymanê dê vaîze (melayên jin) bê peywirdarkirin. Gelo dê çima vaizeyan peywirdar bikin? Gelo psîkolog hewceye an vaîze? Gelo dê vaazan bide qala qederê bike? Kesên ku di lîseyên Îmam Xetibê mezûn bûyî û bê kar mayî dê li vir bên peywirdarkirin û feraseta malbata pîroz bê pêşxistin.”
‘Divê jin ne serhilder, şikurdar be.
Mukaddes, got ku modela malpata pîroz tenê tê wateya serdestiya bav, mexduriyeta dayikê û wiha got: “Di mekanîzmayên vaîzeyê de divê jin ne serhilder, divê şikurdar be. Aliyên ŞONÎM’ê jî heye, ên wekî îstasyonên alîkariyê. Lê tişta ku em rexne dikin qadên ku em dixebitin dê ji holê bên rakirin. Her wiha xala ku jinên ku heke îtîbara dewletê binpê bike nikare serî li stargehan bide. Kesên muxalîf her tim zirarê dide îtîbara dewletê, dewlet jî li hemberî wê zextê li pêş dixe. Li cihek neheqiyek hebe dê li vir dengek derkeve û rexne jî bê kirin. Gotina ‘binpêkirina îtîbara dewletê’ tê wateya tehdît û şantajê.”
Avakirina modeleke alternatîf
Mukaddes, got ku Amed jî wekî bajareke pîlot hat bijartin û xebatên destpêke hatin kirin, piştre jî Navenda Şopandinê ya Li dijî Şîdetê (ŞONÎM) bê vekirin. Mukaddes, wiha qala vekirina ŞONÎM’a Amedê kir: “Li Amedê 3 stargehên jinan heye. Stargeha Xizmetên Civakî ya Amedê, Stargeha şaredariya Baglara Amedê û stargeha Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hene. Her 3 stargeh alternatîf bû. Nîqaşên me her tim li şûna stargehên jinan avakirina qadên jiyana azad bû. Em dixwazin modeleke alternatîf biafirînin. Li hemberî xebat û hewldanên me avakirina mekanîzmayeke bi vî rengî mirovan dixe nav zehmetiyan. Divê li hemberî vê mekanîzmayê têkoşîn bê dayîn. Dema ku em bi vî mekanîzmayê re têbikoşîn, dê mijara esasî têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinê di rêza duyem de bimîne. Em wekî hevbeşên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) dê roja şemî û yekşemê bicivin û li hemberî ŞONÎM’an helwesta xwe diyar bikin.”
‘ŞONÎM, dê şêwirmendiya mêr bike’
Xebatkara Navenda jinan a Ekîn Cerenê Meral Tekîn, jî bal kişand ser avakirina ŞONÎM an û da zanîn ku ŞONÎM ne ji bo parastina jinê ji bo parastina malbatê hat avakirin. Meral, destnîşan kir ku ŞONÎM, nê şêwirmendiya jinê dê şêwirmendiya mêr bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xebateke taybet tê meşandin. ŞONÎM dê hewl bide ku malbat li hev bên û şîdeta li hemberî jinê bidome. Dê xebateke navendî û yekparêziyê bimeşîne. Ev ji bo xebatên saziyên jinan pirsgirêkeke mezin e. Saziyên ku di bin banê şaredariyan de dixebitin dê bi saya ŞONÎM’ê ji holê rabe. Saziyên jinan dê neçar hemû serlêdanên jinan bişîne ŞONÎM’ê, tê xwestin ku kar û xebatên jinan pûç bikin.”
Meral, da zanîn ku li dijî vê rêziknameyê serî li dozgeriyê dane û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelek jin naxwazin serî li qereqolan bidin ji ber ku rastî muameleyên nebaş tên wekî bûyerên edlî tên dîtin. Divê ev pirsgirêk ji holê bê rakirin. Em dixwazin Wezareta Wekheviyê û Jinan bê avakirin.”
(gk/la)

