'Emê bibin şopdarê dozên îstismarên zayendî'
09:16
Sarya Gozuoglu / JINHA
AMED – Di vê dema dawî de her ku diçe îstismar û qetilkirina zarokan zêde dibe. Girêdayî rewşê Seroka Navanda Mafê Zarokan ya Baroya Amedê Parêzer Gazal Bayram Koluman diyar kir ku di van du mahên dawiyê de tenê yên agahiya baroyê pê çêbûne 4 îstismar hatine jiyîn. Gazal da zanîn ku dê heta dewiyê dosyeyên îstismara zarokan bişopînin.
Sedema di dema dewî de zêdebûna îstismarên zarokan ji ber ne darezandina sucdarên îstismaranin. Çanda tecawiyê ya 5 hezar sal ji aliyê mêran ve hatî pêşxistin li hemberî hemû kesîmên civakê rewşeke metirsiyê avakiriye. Ya ku vê çandê dide berdewam kirin jî pergala dewletêye. Bi hem û awayî ev çand tê berdewam kirin û ji aliyê daraza dewletê ve nayên darezandin. Ev jî hêzê dide wê hişmendiya êrîşkar. Bi tayîbetî jî di nava dewletê de veşartina wan tecawizciyan veşartina hemû bûyerên hovaneye. Girêdayî mijarê Seroka Navanda Mafê Zarokan ya Baroya Amedê Parêzer Gazal Bayram Koluman da zanîn k udi van rojên dawiyê de 3 îstismarên zayendî hatine jiyan kirin û hîna lêpirsîna wan jî nehatiye vekirin û got: “Hem di hemêma mend û hem jî di tevahiya Tirkiyê de zêdebûna şîdeta ser zarokan li ber çavane.”
‘Divê Wezîrê dadê xwe bigihînin hemû îstatîstîkan’
Gazal destnîşan kir ku ew şideta ser jinan li 3 beşanê weke fîzîkî, zayendî û hestiyarî bi giştî jî weke (îstismara zayendî) cudadikin. Di van demên dawî de îstismar û şideta zayendî zêdebûye. Gazal derbirî k udi vê mijarê de divê Wezîrê Dadê xwe bigihîne hemû agahiyên li ser van mijaran û wiha got: “Ji bo rewşên îstismara zayendiya ser zarokan di salên 2010-11-12-13’an de tuştek nehatiye kirin. Di vê mijarê de divê Wezîrê Dadê xebatek baş bike û xwe bigihîne agahiyan.”
‘Di nava 2 salan de 25 kes hatin tecawîz kirin’
Gazal diyar kir k udi van demên dawî de 3-4 dosyeyên îstsmarê gihane berdestê wan. Gazal girêdayî dosyeyan wiha domand: “Yek ji van bûyeran jî li navçeya Surê ya Amedê ye. Mêrek temenê wî navbera 20-25 saliyê de îstismara zayendî ser zarikek kurê temenê wî 7 salî kiriye. Ew cîranên hevin. Ev nêzî 20 rojane îstismarcî hatiye girtin.” Gazal da zanîn ku bûyera duyemîn jî li Bismîlê pêkhatiye û wiha berdewam kir: “Li navçeya Bismîlê ya amedê zarokek kur yê 14 salî rastî îstismarê hatiye. Hat îdiakirin ku ew zarok ev du salin ji aliyê yekî yekî temenê wî navbera 20-25 saliyê de ne rastî tecawîzê tê.”
‘3 zarokên xwişk û birayên hev ji aliyê polîsan ve hatin tecawîz kirin’
Gazal destnîşan kir ku dosiya 3 yan ya ku pêve mijul dibin weke k udi çapemeniyê de jî derketî. Di hezîrana sala 2013’an de derket dozgeriyê. Du zarokên keç û yek kur yên temenê wan dinavbera 4,6 û 8 an de ku xwişk û birane ji aliyê 3 mehmurên polîsan ve du salan rastî tecawîzê hatine û wiha berdewam kir: “Em hînbûn ku bi vê dezê ve parêzerek teryîbet mijul dibe. Di hezîranê de îfadeyên wan hatin girtin. Bi hinceta kêmbûna delîlan doz bi dawî kiribûn.” Gazal anî ziman ku ew dê şopderê dozêbin.
(zt)

