Dê pirsgirêk li ser Maseyê Jinan bên çareserkirin
09:27
Seren Sezer/JINHA
WAN- Bi derbasbûna pergala hevserokatiyê ya jiyanê re jinan lez dan xebatên xwe. Li navçeya Erdemîtan ya Wanê Maseyê jinan hatiye vekirin. Armanca Maseyê jinan ji bo jin bi rehetî pirsgirêkên xwe bînin ziman û ji bo wan çareserî bê dayîne.
Li navçeye Erdemîtan ya Wanê ji aliyê şaredariyê ve Maseyê Jinan hatiye danîn. Aremanca danîna mase jî ji bo jin bi rehetî pirsgirêkên xwe bînin ziman û ji bo wan rêbazên çareseriyê bên pêşxistine. Ev nêzî mehekê ya mase hatiye danîn. Heta niha 30 jinan serlêdan kirine. Mase ji aliyê jinên navçeyê û gundan ve rastî eleqeyek mezin tê. Berpirsa Maseyê Jinan û di heman demê de xebarkara şaredariyê Sabiriye kanat di derbarê pergala hevserokatiyê de, danîna mase û armancên xwe de agahî da.
‘Ji bo çareserkirina pisgirêkan mase hat danîn’
Sabiriye anî ziman ku dema jinek bixwaze pirsgirêkên xwe ji muxataban re vebêje li hemberî xwe jinekê bibîne û di heman demê de cihekî ayîdê jinan de dê xwe zêdetir rehet hîsbike û got: “Em dizanin li herêmê jin her dem pirsgirêkên cidî jinan dikin. Ji bo çareserkirin û bûyîna bersiv ji wan pirsgirêkên jinan re me mase danî. Emê girêdayî jinan di aliyê aborî, civakî û çandî de xebatan bi rêve bibin û beşan vekin. Emê çawan xwe bigihînin jinan û pirsgirêkên wan bê goman me di hilbijartinan de dît. Emê li ser mase bên bahev û din ava taxan û gundan bigerin. Emê xwe bigihînin hemû jinan û li wan guhdarî bikin. Emê ji bo çareseriyê rêbazan bi kar bînin.”
‘Dê lig undan û taxan xebatên me çêbibin’
Sabiriye destnîşan kir ku divê şaredarî weke amêra xizmetê neyê dîtin. Sabiriye balkişand ser xebatên wan yên derbar jinan de û wiha pêde çu: “Jin hemû pirsgirêkên xwe dikarin bigihînin me. Emê hewil bidin li ser mase bi hemû pirsgirêkên wan yên weke malbatî û aborî ve mijûl bibin û çareseriyan bibînin. Emê din ava taxan de xwe bigihînin jinên ne xwendî û na xebitin. Emê ji bo wan jî tayîbet projeyan amade bikin.”
‘Pergala hevserokatiyê baweriyê dide jinan’
Sabiriye anî ziman ku jin bi hêviyekê serî li wan didin û wiha got: “Pergala hevserokatiyê hêviyê dide jinan. Jinên ku tên li gel me bi rehetiya dê derdê xwe ji bo jinekê bîne ziman tên. Pergala hevserokatiyê bi jinan re kelecanek da jiyan kirin. Dema kum e maseyê jinan danî ev yek farq kir. Bê goman hêviyê jinan ji mase hene. Ji bo prisgirêkên xwe bi hêvîne dê çareserî ji bo wan bên danîn.”
‘Emê kooperatîfan û kursan vekin’
Sabiriye bilêv kir ku jin herî zêde di aiyê derunî û aborî de zoriyê dibînin û wiha domand: “Jin baweriya xwe b ime tînin. Emê ji niha û pêde li ser vê masê bi pirsgirêkên jinan re mijul bibin. Em difikirin ku kooperatîfan vekin û hunerê dest pêşbixin.”
(zt)

