'Serokatiya me nirx dide jinan em jî li wî nirxî xwedî derkevin'
09:44
Tekoşin Tekin/JINHA
EDENE- Aktîvîstên Meclisa Dayîkên Aştiyê kampanyeya DOKH’ê ya “Jin ji bo azadiya xwe û Serokatiya xwe di Çalakiyandenin” nirxandin. Aktîvîstan gotin: “Divê hemû gel li ser vî bingehî ji bo pêşdebirina aştiyê û azadiya Serokatiya me tevlî kampanyayê bibin. Serokatiya me her dem nirxekî mezin daye jinan. Ji mêran zêdetir jin daye pêş. Divê em jin li nirxê kut ê dayîna me xwedî derkevin.”
Kampanyeya “Jin ji bo azadiya xwe û Serokatiya xwe di Çalakiyandenin” ya Ji bo Azadiya Rêberê PKK’ê Abdhullah Ocalan ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad û Demokrat DOKH’ê ve hatî despêkirin weke lig elek navendan li Edeneyê jî bi hemû leza xwe berdewam dike. Ji aktîvîstên Meclisa Dayîkên Aştiyê Şemsa Bagdu kampanya nirxand û wiha got: “Heta azadiya Serokatiya xwe emê kampanyayê berdewam bikin. Her dem Serokatiya me alîgirê aştiyê bûye. Divê gel jî di vê çarçoveyê de ji bo azadiya Serokatiya me û aştiyê serferber bibin.
‘Em gelek aştî û azadî xwazin’
Şemsa anî ziman ku ew weke di şar û aştiyê de li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalanin û wiha domand: “Heger îro em dikarin derkevin qadan û dengê xwe derxin, ev bi saya Serokatiya meye. Divê îro herkes ji bo aştiyê û gelê kurd zêdetir bixebitin. Gelê kurd bi keda Serokatiya me ya mezin hene. Em gelek aştî û azadî xwazin.”
‘Heta azadiya Serokatiya xwe emê li qadanbin’
Şemsa axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em nexwazin agir bigire ocoxa kesê. Em azadiya Serokê xwe dixwazin. Gelê kurd êdî dixwazin Serokatiya xwe din ava xwe de bibînin. Emê weke jin û dayîk heta azadiya Serokatiya xwe di çalakiyan debin. Emê dengê xwe bidin bihîstin, tekoşîna xwe bilind bikin û bigihin azadiya xwe.”
‘An Azadî An Azadî’
Aktîvîstek dinê ya Dayîkên Aştiyê Gemra Eye jî diyar kir ku di şerê demdirêj de jinan gelek êşên mezin kişandine. Gemra da zanîn ku ji bo rawestandina şerê bi salan divê hemû jin destê xwe danin ser wijdanên xwe. Gemra anî ziman ku bila hemû jin beşdarî kampanyeya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bibin û got: “Em dibêjin êdî bese. Em azadiya Serokatiya xwe dixwazin. Serokatiya me her dem nirxekî mezin daye jinan. Ji mêran zêdetir jin daye pêş. Divê em jin li nirxê kut ê dayîna me xwedî derkevin. Heta Serokatiya me azad nebe em jin azad nabin. Tenê gotina min ‘An Azadî An Azadî’ ye.”
(zt)

