Li Îranê ‘jin’ bûyîn (DOSYA 3)

12:12

Rohat Emekçi - Gulşen Koçuk / JINHA


Rejîma Îranê û polîtîkaya kurdan


NAVENDA NÛÇEYAN – Di hezîrana 2013’an de bi guherîna Serokomar re dihat hêvîkirin ku dê karek li wê bê kirin. Lê ji despêka sala 2014’an heta niha 176 kes hatine dardekirin. Li hemberî vê rewşê yên kul i benda guherînêbûn hêviyên wan yên guherînê şikestin. Bi teyîbetî jî helwesta Serokomar Hasan Ruhani ya li hemberî kurdan, gelek kurdan bi hincetên “li hemberî xuda şer dikin”, “din ava partiyên kurdan de cîh digirin” û “li hemberî rejîmê şer dikin” tên sucdar kirin û dardekirin.


Komara Îslamê ya Îranê bi îskenceya xwe ya di hindirê girtîgihan de di rojeva tevahî cîhanê dene. Cezayê dardekirinê jî ji rojeva welat dernakeve. Îran piştî Çînê welatê herî zêde biryara qetilkirina mirovan didiye. Sala derbasbûyî lig ora hejmara fermî 369 li gora hejmara ne fermî jî 700 kes hatine darde kirin. Di hilbijartinên Serokomariyê yên Îranê Hasan Ruhanî hatiyî ser hikum heta niha dardekirin du qat zêde bûye. Di çarêka sala 2014’an de hejmara kesên ku hatine dardekirin gihiştiye 188 kesan. Li gora zanyaran li îranê her ku diçe mafê jinan û giştî mirovan li gora berê zêdetir xirab dimin. Li Îranê du beşkirina mirovan û durxistina jinan ji hemû mafan. Her wiha li îranê din ava wan şertên zor de 12 milyon kurd jî dijîn. Kurdên kul i wê li hemberî rejîmê ji bo tekoşîna xwe ya netewî têdikoşîn dema dikevin destê wan îskenceyên ku hişê mirovan nagirin li wan dikin. Heta niha gelek kurd girtine û darde kirine. Gelek kurd jî niha dîlgirtîne û li benda roja dardekirinê dijîn. Hatina Hasan Ruhani ya Serokomariyê hêviyek ya çêkirina reformê dida jiyandin. Lê di çarêka despêka sala 2014’an de 176 kes hatin darde kirin. Niha karê Hasan Ruhani yê li ber çavan hêviyên li benda roformanbûn şikandin.


Rêxistina Efoyê: Di Îranê de ser kurdan zilma du alî heye!


Rêxistina Efoyê ya navnetewî (Amnesty International) ku Navenda wê li Londonêye diyar kir ku gelê kurdê li Îranê di nava “zulmek du alî” dene û polîtîkaya ser wan heyî rexnekir.  Rêxistina Efoyê ya navnetewî di sala 2008’an de bi sernavek weke “Îran: Li hemberî kêmnetewa kurdên li wê mafê mirovan binpê dikin” raporek ji 57 rupelan weşand. Lig ora raporê 12 milyon kurdên li wê dijîn yên ku ji sedî 15 şêniya îranê pêktînin. Kurd li wê rastî cudahiya olî û çandî tên. Li wê kurd rastî zilmek du alîtên. Di raporê de hat zanîn ku kurd li wê di aliyê çandî, civakî û siyasî de rastî bêmafiyê tên û hat gotin ku: “Li gora zagonên îranê hemû îranî di hemû mavên hevbeş de wekhevin. Lê lig ora lêkolînên rapora me li wê kurd cuda hatine dîtin. Hikumeta îranê di derbarê newekheviyê û şideta ser jinan de bi qasî tên xwestin gav ne avêtine.”


Li hemberî jinan zoriyên du alî


Lig ora rapora 2008’an îran mafê jinên kurd nasnake. Jinên kurd bi navê tore û namusê tên qetilkirin û dibin mexdurê zewaca bi darê zorê. Di raporê de hat zanîn ku sucdarên van kirinan nayên darezandin û wiha hat domandin: “Di jiyana rojane de jinên kurd rastî şideta malbatê û dewletê tên. Divê berprisên dewletê dawî li van kirinan bînin lê nakin.”


Parêzvanên mafên jinan tên girtin û ceza kirin


Parêzvana mafê jinan ya bajarê Sîne yê Rojhilat Hana Abdi ya 21salî ku di 4’ê mijdara 2007’an de ji aliyê îstexbarata îranê ve het girtin û birin avahiya îstixbaratê. 3 mehan li wê ma. Ew paşê sîrgunî girtîgiha Germi ya li Ezerbeycanê dimîne. 5 sal ceza danê. Hana Ebdî ji doza “kampanyeya wekhaviyê” ya li hemberî newekhaviya jinan hatî despêkirin hat sucdar kirin.


Hasan Ruhanî hêvî şikandin …


Simko Xurşîdi yê ku li Girtîgiha Dîzîlabad ya li bajarê Kirmanşan a Rojhilat di hat girtin jî bi hincetên “li hemberî xuda şer dike” û li hemberî rejîmêbûye endamê partiyek siyasi ya kurdan” di  17’ê nîsana sala 2014’an de hat dardekirin. Belavokek ya ji aliyê Rêxistina Mafê Mirovan ya Rojhilatê Kurdistanê ve hatî weşandin de hatiye diyar kirin ku dardekirina siyasetmendarên kurdan ji aliyê îranê ve berdewame. Di belavokê de balhat kirşandina ser rewşa 59 girtiyên li benda roja dardekirinê. Ji dema hatina Hasan Ruhani ya ser deshilatiyê heta niha li gel Simko Xurşîdî 3 siyasetmendarên kurd hatine dardekirin. Rêxistinên mafên mirovan Hasan Ruhani bi gotinên wi yên beriya hilbijartinan û kirinên wiyên niha wî sucdar dikin.


Bi birîndarî darde kir


Parêzvanê mafê mirovan Ehmed Kelec yê kul i girtîgiha bajarê Sîne yê Rojhilatê Kurdistanê dima di tîrmeha sala 2008’an de darde kirin. Di derbarê girtina Ehmed de agahî nîne. Hat zanîn ku ji ber îskenceya giran Ehmed xwe întîhat kir û giran birîndar bû. Rejîmê Ehmed bi birîndarî darde kirin.


Bi hinceta endamên PJAK’ê ne darde kirin


Îhsan Îsmaîl Fetahyan yê li Girtîgiha Sanandajê dihat girtin jî di 11’ê mijdara sala 2009’an de darde kirin. Di operasonên hêzên tayîbetyên îranê yên li ser bajarên Merîwan, Kirmanşan û Piranşehirê Îhsan jî din av de 5 siyasetmendarên kurd hatibûn girtin. Îhsan ji dozên weke “Rêxistinên PKK/PJAK, çalakiyên bombeyî, cînayet…”dihyat darezandin.


Îranê 4 siyasetmendarên kurd darde kirin


Şîrîn Elemhulî jî ji bi dehatn siyasetvanên hatî dardekirin yeke… Şîrîn di sala 1984’an de li gundê Demkişlak yê bajarê Maku yê Rojhilat çavên xwe li cîhanê vekiriye. Şîrîn di sala 2008’an de ji aliyê pastarên îranê ve hat girtin. Di 25 rojên despêkê de li cihek nayê zanîn gelek îskenceya derunî û fîzîkî dît. Paşê jî Şîrîn dibin girtîgihê. Şîrîn li wê 6 mehan dimîne. Paşê jî dibin beşa Nesvanê. Piştî salekê wê dişînin dadgiha şoreşê ya li Tahranê. Bi hinceta Şîrîn bê destur sînor derbas kiriye du sal hat ceza kirin. Bi îdiaya peyîwendiyên wê yên bi PJAK’ê re jî cezayê dardekirinê danê. Ev ceza di çileya sala 2009’an de ji aliyê parêzeran ve hat îlankirin. Lê tu hewlan nekarîn cezayê dardekirinê paşde bidin. Şîrîn li gel Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî hayderiyan di 9’ê Gulana sala 2010’an de hatin darde kirin. Şîrîn di tekoşîna netewi ya gelê kurd de piştî Leyla Qasim jinan duyem ya kurdbû hat darde kirin.


Huseyîn 8’emîn siyasetmendarê kurde tê daredekirin


Huseyîn Xizirî bi sucên weke endamê PJAK’ê û weke dinê sucdar kirin û di çileya 2011’an de ji aliyê rejîma îranê ve hat darde kirin. Herî dawî Huseyîn di girtîgihek ya navenda bajarê Urmiyê de li gel birayê xwe hevdîtinek kiribû. Paşê agahî ji wî nehat girtin. Ji ber cezayê dardekirinê Huseyîn di 12’ê çile de dibin girtîgiheke dinê. Ji sala 2007’an Huseyîn Xizirî 8’emîn siyasetmendarê kurd hat dardekirin. Di sala 2007’an de Hasan Hîmet Demir yekem endamê PJAK’ê bû ji aliyê rejîma îranê ve hat dardekirin. Piştî wî jî di 11’ê mijdara sala 2009’an de Îhsan Fetehiyan di 6’ê çileya sala 2010’an Fesîh Yaseminî, di 9’ê Gulana sala 2010’an mamostayê kurd Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û Şîrîn Elem Hulu hatin darde kirin.


Zeynep Celaliyan ya k udi girtîgiha Dizêl Abad ya Kirmanşanê de dimîne malbata wê xwestin ku neqlî girtîgiha Maku yê bikin. Lê ev teleba wan ji aliyê rejîma îranê ve hat red kirin. Lig ora agahiyên hatine girtin Zeynep Celaliyan dibin rewşek giran de dijî. Aktîvîsta jinan Zeynep ji ber îskenceyên dîtine di bedena wê de gelek nexweşî derketine. Li gel van nexweşiyan jî nabin nexweşxanê. Zeynep ji ber îskenceya dîtî her ku diçe asta dîtina çavê wê kêm dibe û ji serê xwe gelek darbe xwariye. Beriya niha jî gelek caran Zeyînep taleba nexweşxanê kiriye û her dem ev taleba wê hatiye red kirin.


Zeynep Celaliyan ya ku di sala 1982’an de li bajarê Maku yê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Di 14’ê çileya sala 2009’an de derxistin Dadgiha Şoreşê û cezayê darde kirinê danê.


Zeynep Celaliyan bê parêzer di Dadgiha Şoreşê de tenê bi parastinek 7 deqeyan cezayê dardekirinê danê. Paşê jî dema dosye hat dît cezayê dardekirinê girtiye. Hat zanîn ku di kanuna sala 2011’an de cezayê Zeynep yê dardekirinê ketiye. Di derbarê rakirina cezayê Zeynep û derketina wê de rêxistinên jinan û yên mafê mirovan dest bi kampanyayekê kirin.


Hîna jî di korîdorên dardekirinê yên îranê de 16 siyasetmendarên kurd digerin û li benda roj û saeta dardekirinêne. Yên ku her roj bi deruniya derdekirinê çavên xwe li jiyanê vedikin: Zeynep Celaliyan, Şêrko Merîfî, Hebîbilah Letîfî, Samî Huysênî, Cemal Mihemedî, Rustem Erkiya, Mistefa Selîmî, Enwer Rostemî, Îrec Mehemedî, Mihemed Emîn Aguşî, Ehmed Pûladxanî, Husên Tale, Ezîz Mihemedizade, Hebîbula Gulperîpûr. Ebdûlah Sîrurî û Reşîd axkendî...


QEDIYA….


(zt)