Pirtûka girtiya siyasi Leyla ya girêdayî ramanên Seîdê Kurdî derket
13:10
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN- Pirtûka girtiya ji doza PKK’ê Leyla Atabay ji Weşanên Sîtavê derket. Pirtûka bi navê “Konjonkturel Kîmlik Seîd-î Kurdî, Seîd-î Tirkî, Seîd-î Erebî” di refên pirtûkxaneyan de cîh digire. Di pirtûkê de bi şêweyek erênî li Seîdê kurdî nirxandiye. Li gel wê nirxandinê niha cemaate bi awayekî milyetcî dana pêş ya Seîdê Kurdî jî derdikeve holê.
Leyla Ababay ya ku ev 19 salin di girtîgihêdeye û lig elek girtîgihên herêmê û Tirkiyê maye. Leyla niha bi nasnameya xwe ya siyasi di Girtîgiha Tîpa M ya Bayburtê de dimîne. Leyla det daye pênûsê û pirtûka bi navê “Konjonkturel Kîmlik Seîd-î Kurdî, Seîd-î Tirkî, Seîd-î Erebî” nivîsandiye. Pirtûka Liyla bi hevkariya Weşana Sîtavê din ava refên pirtûkxaneyan de cîh digire. Esera ku fêkiyê lêkolînekî demdirêj û dewlemende, her wiha berhemê keda û xwebata salane. Pirtûk ji 450 pelan pêktê. Nivîskar dema ku Seîdê Kurdî girtiye dest di haman demê de ji rewşa civakiya wê demê bê par ne girtiye. Bi çavekî cîvaknasiyê û zimanekî wêjeyê aniye ziman. Li gel wê jî rewşa ol ya li herêmê û yên kul i gora berjewendiyên xwe şaş dane naskirin jî di dema xwendinê de bala xwendekaran digire ser xwe.
Heta niha gelek eserên Seîdê Kurdî hatine weşandin. Heta niha Seîdê Kurdî bi navê ol û hişmendiya kevneperest şaş dane nasîn. Cemaetciyan jî ji rastiya wî dur li gora berjewendiyê xwe dane nasîn. Li gorî Esera Leyla ya ku ji Weşana Sîtavê derketiye wiha tê gotin: “Tenê bi dayîna pêş ya aliyekî Seîdê Kurdî ew nayê nasîn. Ji ber Seîd xwediyê çavdêrî û nêrînekî fereye, tenê teng û yek alî girtina wî dibe sedem ku fikrên wî baş neyên naskirin. Xwendekar dikarin rastiya Seîdê Kurdî di vê berhemê de bibînin.”
Her wiha di vê eserê de li ser rastî û piralîbûna Seîd ya weke nêrîna wi ya li netewan û jinan dide ber çavan. Di berhemê de tê dîtin ku Seîd heta niha bi nêrînekî teng dane nasîn.
(zt)

