Li Herêma Federala Kurdistanê zêdebûna şideta ser jinan
13:42
JINHA
HEWLÊR - Li gorî agahiyên fermi yên di 3’ê mehên dewiyê de di destê Rêveberiya Gişti ya Tundutujiya ser jinan ya Herêma Federala Kurdistanê de her ku diçe şidet zêde dibe.
Di van 3 mehên dawiyê de li gora agahiyên fermi yên Rêveberiya Gişti ya Tundutujiyên li dijî jinan ya herêma Ferderala Kurdistanê hat dîtin ku şideta ser jinan zêdebûye. Li gorî agahiyan îsal ji sala borî şideta ser jinan zêdetire.
Agahiyên dawî hatine bidest xistin wihane:
*Hewlêr:
Li Hewlêrê lig ora fermiyetê bi giştî 624 bûyerên şidetê hatine jiyan kirin. Ji van bûyeran jî encamên wiha derketine:
- 8 jin hatine kuştin.
- 2 Jinan xweşewitandine.
- 580 gilîlî jî hatine tomarkirin..
*Silêmanî
Li silêmaniyê jî bi heman awayî lig ora fermiyetê 314 bûyerên tundûtîjiyê hatine jiyan kirin; Di wan bûyeran de ve encam derketine:
- Li 17 jinan îstismara zayendî hatiye kirin.
- Jinekê xwe kuştiye.
- 241 gilî hatine tomar kirin.
- * Duhok
- Li bajarê Duhok`ê jî jî lig ora fermiyetê 339 bûyerên tundûtîjiyê hatine jiyan kirin. Di wan bûyeran de ev encam derketine:
- 2 Jin hatine kuştin.
- 2 Jinan xwe kuştine.
- 15 Jinan jî xwe şewitandine.
- 359 Gilî jî hatine kirin.
Li gorî agahiyên heman saziyê di sala 2013`an de Hewlêr di kuştina jinan de di pileya yekem de bû û Silêmanî jî di îstismara zayendi ya ser jinan de di pileya yekem de bûye.
(zt)

