Li Somayê parêzerên ÇHD’ê hatin binçavkirin
14:01
Gulan
17
/ 2014
JINHA
MANÎSA - Li navçeya Soma ya Manîsayê polîsan êrîşê civîna ku li Şaxa Egîtîm Senê kir û di nav de serokê giştî yên ÇHD’ê û parêzerên wê hebûn gelek kes binçavkirin.
Li gorî agahiyan parêzerên ÇHD’ê ku ji bo facîaya Somayê bişopînin li şaxa Egîtîm Senê ya Dortyholê bûn rastî êrîşê hatine.
Hate hînbûn ku polîsan gelek kes bi erdê re kaş kirine. serokê giştî yê ÇHD’ê Selçûk Kozagaçli ku bertek nîşan da hat binçavkirin. Di nava kesên hatine biçavkirin de nûçegîhanê rojnameya Yuruyuş jî heye.
(zt)
