‘Dilê me li gel Somayê rondikên xwînê dibarîne’
15:46
JINHA
AMED - Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 275'an ya bi duruşma “Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" li darxistin. Di çalakiya xwe ya vê heftê de faciyeya Somanyê bibîr anîn. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî axivî û got: “Em weke ÎHD Dayîkên Aîtiyê û Şemiyê û weke mirovan êşa qirkirina Somayê di kurahiya dilê xwe de jiyan dikîn. Dilê me li gel wan rondikên xwînê dibarîne.” Di çalakiyê de aqubeta Hasan Ocak ê ku di sala 1995'an de hat revandin û cenazeyê wî di 17'ê gulana 2005'an de hat dîtin, hate pirsîn.
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 275'an bi duruşma “Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" li ber bîrdariya Mafê jiyanê ya Parqa Koşuyoluyê li dar xistin. Rêveberên ÎHD, MEYA-DER, Meclisa Dayîkên Aîtiyê, Qunciknivîsê Rojnameya Ozgur Gundemê Sezai Sarıoglu û gelek xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta mezin ya bi sernivîsa “Bila wenda bên dîtin û kiryar bên darezandin” û gelek wêneyên wendayan hatin hilgirtin. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku dewlet jiyana welatiyan tene dihesîbîne û wiha got: "Dewletê bi mirova re şer kir têrê ne kir bi xwezayê re şer kir. Jiyana mirovan tune hesiband û têkoşîna mafê mirovan tepisand."
'Em êşa Somayê di kurahiya dilê xwe de dijîn'
Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî axivî û got: “Em weke ÎHD Dayîkên Aîtiyê û Şemiyê û weke mirovan êşa qirkirina Somayê di kurahiya dilê xwe de jiyan dikîn. Dilê me li gel wan rondikên xwînê dibarîne.”
‘Me cenazeyê Hasan ji goristana bêkesan peyîdakir’
Piştî axaftinê aqubeta Hasan Ocak ê ku di sala 1995'an de hat revandin û cenazeyê wî di 17'ê gulana 2005'an de li goristana bêkesan hat dîtin, hate pirsîn. Serokê Rêxistina ESP'ê yê Amedê Osman Çîçek, diyar kir ku piştî ocak hat revandin cenazeyê wî çend sal şunda li goristana bêkesan hate dîtin û malbat û rêhevalên wî xwedî lê derketin û wiha got: "Me cenazeyê rêheval Hasan Ocak di sala 2005'an li goristana bêkesan peydakir. Berpirsiyarên Hasan Ocak diyar in. Biryarbûna malbatên windayan êrîşên dewletê yên li dijî windayan kêm kir. Bi têkoşîna gelê me yê welatparêz namluyên kiryaran ji wan re hatin zivirandin."
Piştî axaftinan 5 deqeyan çalakiya rûniştinê hat li darxistin.
(zt)

