Nuray Sari di Parlamentoya Falaman de namzete

17:18

JINHA


BRUKSEL - Li herêma Flaman a Belçîka di hilbijartinên parlamentoyê yên ku di 25’ê Gulanê de bên li darxistin de, ji Partiya Karker a PVDA’yê ku Nuray Sari a ji Kurdistanê namzete, da diyar kirin ku li hemberî hemû bê edaletiyan tekoşîn diriye, ji Kurdistanî û Tirkiyeyan piştgirî xwest.


Nuray Sari, di sala 1981’an de li Kulu a Konya ji dayik bûye. Li Zanîngeha Teknîk a Ortadogu beşa Rêveberiya Giştî û Zanîsta Siyasetê xelas kiriye. Pêş heşt salan hatiye Belçîka. Demek kurt de ketiye nava siyasetê. Di hilbijartinên ku 25’ê Gulanê bên li darxistin de, di Parlamantoya Flama de bû namzeta Partiya Karker a Antwerpen (PVDA) yê.


Dema ku Nuray Sari qala polîtikayên paretiya xwe û eleqeya xwe a siyasetê dike, da diyar kirin ku weke her takekesekî Kurd di temenekî zûde kete nava siyasetê û her ku diçe ev eleqeya  wê zêde dibe û didome.


Nuray Sari, di lîsteya Federal a Partiya Kenê PVDA’yê de, rêza 9. de cih digire. Sari da diyar kirin ku dengên tercîhkirin di giringiya diyarkirina encaman dene, ji Kurdistanî û Tirkiyeyan piştgirî xwest.