Curekey teyîran bi tunebûnê re ru bir u dibin
08:42
Gulşen Koçuk / JINHA
RIHA - Cihê cureyek yê teyîran di sala 1977'an de li îstasyona Bîrîcikê hatine çêkirin. Lê niha ber bi tunebûnê ve diçin. Girêdayî mijarê Mahmud Arikan axivî: Mahmud diyar kir ku ji ber dermanên ne baş yê li xwezayê tê kirin û wan ji xwezayê diqetînin nifşên wan ber bi tunebûnê ve diçin.
Erdnîgariya Mezopotamyayê yek ji axên herî kevnar yê bicîhbûna mirovahiyêne. Li gel wê jî di aliyê ekolojîk de jî cihekî herî kevnar û dewlemende. Weke dîroka mirovahiyê gelek zindiyên dinê jî xwe li ser vê erdnîgariya dewlemand dane jiyandin. Ji van jî li navçeya Biricigê ya Rihayê jiyankirina cureyek yê teyrane. Ji ber êdî nifşê wan tune dibin ew girtine bin ewlehiyê. Ev cureyê teyran li gorî demsalan ciyê xwe di guherin. Di demsalên germ de berê xwe didin cihên sar û di demsalên sar de jî berê xwe didin cihên germ yên weke Yemen û Suudiya Erebîstanê. Navenda temenê wan di navbera 25 30 salî de dijîn. Din ava 3-4 salan de digihijin. Giraniya wan jî 1 yan jî yek û nîv kîlogirame. Ev teyîrane salê carekê hêk dikin û ji 1 heta 3 hêgan dikin. Dema ketina kurd jî 4 hefeye. Di dema runiştina ser hêgan, xwedîderketina li çêlikên xwe û di tevayî jiyana xwe de ferqa navbera ya nêr û mê nîne bi herv re dixebitin. Xwarina wan jî ji rengên kêzikan, kirmikên nava avê, tevnepîran û wekedinê pêktê.
Ji dema koçkirina wan tenê yek ji wan paşde vegerî
Welatiyê Bîrîcigê Mahmud arikan girêdayî jiyana wan teyîran agahî da. Mahmud da zanîn ku ji ber teng kirina jihê jiyana wan û dermanên xwezayî yên tên karanîn nifşên wan berbi tunebûnê diçin. Mahmud bibîrxist ku di sala 1977'an de li îstasyona Bîrîcikê hatine çêkirin û wiha domand: "Divê hinekî ew serbest bên berdan. Ji ber ew demê koçkirin û vegera xwe ya li cihê xwe dizanin. Di sala 1990'an de dema koç kirin tenê yek ji wan vegerî. Di navbera salên 1990-1997'an de dema ku koç kirin yek ji wan jî venegeriyan."
'Ew tetşr anîna rewşa koçkirinê'
Ji sala 1998'an ve di dema koçkirina wan teyîran de wan di qefesan de dihêlin. Ev jî bûye sedema kêmbûna nifşê wan. Mahmud destnîşan kir ku ew bi xwarinên malê yên weke goştê sor, penîrê bê xwê, gêzer, mirîşkên kelandî û wekedinê didin wan.
(zt)

