Dibistana Kurdî dê di 4'ê Îlonê de dest bi perwerdê bike

08:39

Nurcan YALÇIN / JINHA


AMED - Li gunê Kerwas yê Lîcê ciwanan hemû derfetên xwe xistine seferberiyê û bi butçeyek komunê dibistanek avakirine. Dê di 4'ê Îlonê de bi fermî dest bi perwerdeya xwe ya bi zimanê kurdî bikin. Xebatkarê dibistanê Mehmed Arslan diyar kir ku leşkeran bi sedema avabûna dibistanê êrîşî ser wan kirine û got: "Leşkerên ku bi tu awayî tênagihin ku dibistana me di encama berhemek komunê de tê avakirin. Her carê ciwanên me dixwazin qereqolê. Bi gotinên weke 'Jêdera vî pereyî li kuye û ji ku pere tê.' Me bi xwe sîrî li vê rêyê daye û heta dawiyê emê li gel hemû zordariyan jî li ber xwe bidin û di 4'ê Îlonê de dest bi perwerdeya xwe bikin." 


Ji dema avabûna komarê heta niha berxwedana kurdan ya li hemberî pergala deshilatiya bi duruşma "Yek ziman, yek Milet û yek alê" xwe dide jiyankirin. Kurd hewil didin kul i gora derfetên xwe dibistanan avabikin û perwerdeyê bidin. Li gunê Kerwas yê navçeya Lîcê ya Amedê ciwanan îmza avêtin binê biryarek dîrokî û lig ora derfetên xwe dibistanek avakirin. Dibistana wan dê di 4'ê Îlonê de dest bi perwerdeya kurdî bike. Dibistana ku dê zimanê wê yê perwerdê bi du zaravayên kurdî kirmancî û kirmanckîbe. Dê li gel wan jî zimanên weke tirkî û înglîzî jî bên dayîn. Ciwanên Lîcê bi butçeya ji gel komkirî bi awayek komunê dibistan avakirin û gihiştin armanca xwe. Xebatkarê dibistanê Mehmed Emîn Aslan jî got: "Di dema wan madeyên narkotîkê diçandin her dem rojnameger dihatin nûçe çêdikirin. Lê êdî nayên. Ev her tiştî derdixe ber çavan."


'Em dibistanê bi derferên xwe çêdikin'


Xebatkarê dibistanê Mehmed Emîn Aslan da zanîn ku dibistana li ber qedandinêye her dem rastî tunduya leşkeran tê û wiha got: "Em gelek li benda dewleta Tirkiyê man. Ev 12 salin em li benda hikumeta AKP'ê man lê tuştek nekirin. Ji ber van sedeman emê bi derfetên xwe dibistanan avabikin û pergala xwe ya perwerdê bêxin jiyanê. Lê em her dem ji aliyê leşkeran ve rastî pirsên weke 'We ev pereye ji ku aniye' tên. Qereqol gazî xebatkarên ji dil li ser dibistanê dexebitin dikin û wan dixin ber lêpirsînê. Qet tênagihin ku em bi dil li vêderê dixebitin. Me weke gundiyan din ava xwe de pere komkir û li ser dibistanê bi dil dixebitin. Em dixwazin di dibistana xwe de bi fermî perwerde bidin. Dê di vê dibistanê de na tenê zarokên me perwerdeyê bibînin. Dê jin û ciwan jî di vê dibistanê de perwerdeyê bibînin. Emê hemû pirsgirêkên xwe di dibistanê de nîqaş bikin û ji bo çareseriyê rêbazan peyîdabikin."


'Me li Lîcê narkotîk qedand'


Mehmed balkişand ser polîtîkaya dewletê ya ser çandina madeyên narkotîkê yên li Lîcê û wiha berdewam kir: "Di despêka xebata me ya dibistanê de bi armanca ku emê vî navê Lîcê bidin guharîn me despêkir. Nihal i Lîcê ji sedî 90 ew made hatiye tune kirin. Heta niha Lîcê 'Madeyên narkotîkê diçandin' yên ku her roj li ser bi rupelan nivîs dinivîsandin niha bêdengin. Çima bêdengin? Çima dernakevin nabêjin êdî li Lîcê narkotîk nayê çandin? Ev bêdengî tam dide nîşankirin ku dixwestin bi wan gotinan Lîcê xirab nîşan bidin. Tekoşîna me ya narkotîkê hîna berdewame. Em êdî desturê nadin narkotîk bikeve Lîcê." 


 


 (zt)