'Bila pîşe tune nebin û hemû reng xwe bidin jiyan kirin'
08:44
Derya CEYLAN - Bêrîtan ELYAKUT / JINHA
MÊRDÎN - Li Mêrdînê hostayên telkarî û kurtanan diyar kirin li gel zoriya karê wan jî ew neçarin ku wî karî bikin. Hustayan anîn ziman ku eleqeya li hemberî kirina van karan kêmbûye û gotin: "Bi zêdebûna berhemên fabrîqeyan re eleqeya li hemberî pîşeyên wiha yên jiyandina çanda me kêmbûne. Hebûna fabrîqeyan bişaftina herî mezina li hemberî çanda me. Ji ber ciwanên me vî karî weke pîşe nabînin û ji bo pêşkdebirina wê hewilnadin ev rewş me xemgîn dike. Em dixwazin li ser vê erdnîgairyê reng tune nebin."
Pîşeyên çandên kevnare yên ku demboriya xwe digihin 3000 sal yên weke çêkirina zîv û kurtanan. 5 hezar sale ve pîşeyên xwezayî li hemberî çanda kaputalîzmê ya tunekirinê xwedidin jiyankirin. Hostayên çêkirina zîv û kurtanan destnîşan kirin kul i gorî rewşa heyi ya ku ciwan êdî xwe nadin ber wan karan dibe sedema tunekirina wan pîşeyan. Hustayê çêkirina zîvan Suphî Hindiyerli got: "Ez dixwazim hustayên nû yê çêkirina zîvan li ber destê xwe hînbikim û bigihînim. Lê heta niha tenê jinek 8 salan li gel min xebitiye û bi husta. Niha ewê li cihekîdinê heman karî dike û dixwaze hustayan bigihîne."
'Mêrdîn û Midyad li karên çêkirina zîvan xwedîderketin'
Husta Suphî anî ziman kul i gorî lêkolînek ya li Enqereyê hatî kirin hatiye zanîn ku ev pîşeyê çêkirina zîvan beriya mîlandê 3 hezar salan li ser erdnîgariya Mezopotamya dihat kirin. Suphî derbirî ku tenê îro Mêrdîn û navêçeya wê Midyad li vî pîşeyî xwedîderdikevin û wiha domand: "Heta niha tenê jinek 8 salan xebitiye û hustahiya zîvan hînbûye. Ewê bi xwe jî niha cihek vekirinye û hustayan digihîne. Ji derveyî wê min 3 husta û 5 şagirt gihandin."
'Carekedinê çanda çêkirina zîvan tune dibe'
Suphî balkişand ser tunekirina van pîşeyan û wiha berdewam kir: "Ji xwe çanda çêkirina zîvan ji niha de tunebûye. Ji ber kes ser vê pirsgirêkê nasekinin cidî jî nayê girtin. Tenê weke hobî tên mereq kirin. Ciwanên me yên jin û mêr hene. Ji bo wan dikarim lig undan jî atolyeyan vekim. Tunebûna vî pîşeyî ne di xema kesêdene."
'Berhemên fabrîqeyan tunekirina çandane'
Fikrî Dogan yê kul i Mêrdînê ev 30 sale kurtanê ker û hespan çêdike jî diyar kir ku karê ew dike pîşeyek giringe. Fikrî da zanîn ku ew bi ben û heriyê kurtan ya ku beşek ji karê çandêye çêdike û wiha got: "Berê de bazar ji atolyeyên kurtan, zîv, şahmaran, solên bi destan tên çêkirin û wekedinê tejîbûn. Lê bi zêdebûna fabrîqeyan re bala welatiyan ji ser van tiştan belavbû. Kes li xwezayîbûna berheman û seqlemiya wan nanêre. Çanda fabrîqeyan qetilkirina çandane. Li Mêrdîna ku ji yek şêwebûnê dur mayî jî mirov dikare bandora wan hilberînan bibîne."
'Ciwan bê eleqene'
Fikrî balkişand ser bêeleqebûna welatiyan ya li hemberî çandê û wiha domand: "Cihê herî kurtan lê dihat karanîn Mêrdînbû. Lê niha ji ber zêdebûna wesayîtan gelek welatiyan koç kirine. Ji ber di aliyê aborî de dikevin zorê êdî lawiran xwedî nakin. Her roja diçe heyîwan jî kêm dibin. Li gel wê jî karê kurtanan jî kêm dibe. Di roja me de ciwan li hemberî van çandan û pîşeyan bê eleqene û naxwazin hîn bibin. Em dixwazin li ser vê erdnîgariyê hemû çand û reng xwe bidin jiyankirin.
'Karê çêkirina kurtanan hêzê û sebirê dixwaze'
Hustayê çêkirina kurtanan yê ku 40 salin vî karî dike Aydin Îldogan jî diyar kir ku çêkirina kurtanan karekî zore. Karê çêkirina kurtanan hêzê û sebirê dixwaze. Aydin anî ziman ku îro eleqeya li hemberî wan pîşeyan nemaye û wiha domand: "Ev kar berbi tunebûnê diçe ji ber ji derveyî me kes vî karî nake. Ji ber kes li ber destê me hîn nabe ji derveyî me kes vî karî nakin. Bi pêşketina teknolojiyê re êdî kes naxwazin bi lawiran ve bijul bibin. Heger heyîwanan bigirin jî nikarin xwedîbikin. Ji ber di roja me de her tişt bûye pere. Kes van karan nakin. Ciwan hîn nebin û nekin dê tune bibe.
(zt)

