Marina Hyde, di rojnameyan de teşhirkirina bedena jinê rexne kir
13:53
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Nîqaşên der barê kuştina hevala Oscar Pistorius di qada bezokê (atlet) de xelata zêrîn girtibû didomin. Rojnameyên li Îngilistanê qetilkirina Reeva Steenkampê wekî nûçeyeke magazîn pêşkeş kir. Nivîskar Marina Hyde rêbaza pêşkeşkirinê û zimanê medyayê rexne kir.
Nivîskara rojnemeya Guardianê Marina Hyde zimanê medyayê rexne kir û da zanîn ku di medyayê de qetilkirin û şîdeta li hemberî jinê wekî mazînî tê dayîn. Marina, destnîşan kir ku hêj cenazeya Reevayê li morgê bû, hin rojname wêneyên wê yê bi mayo pêşkeş kir. Marîna, got ku pêşkeşkirina bi vî rengî tê wateya hewldana bilind kirina trajên rojnameyê ne.
Marîna, daxuyand ku di rojnameya Sunê de her tim nûçeyên jinê di rûpela 3’yan de tê dayîn û bedena jinê tê teşhîrkirin û wiha dirêjî da nivîsa xwe: “Lê qetilkirina Reeva Steenkamp di rûpela yekem de bi mayo hat dîtin. Heke her roj mankenek bê kuştin rojnameya Sun tu carî pirsgirêkan najî.”
Demên bere Marina di rojnameya Sun de dixebiti û bal kişand ser rêbaza nûçeyên rojnameyê. Marîna, daxuyand ku li gorî rojnameyê divê ne nûçeyên baş divê nûçeyên magazînî bê dayîn ku traja rojnameyê bilind bibe. Marina, di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku heke rojnameyek rojek li şûna teşhirkirina bedena jinê li ser qetilkirina jinê raweste ezê vê deme lêborîna xwe bixwazim.
(la)

