DOKH, bernameyên 8’ê Adarê diyarê Sakîne, Leyla û Fîdanê kir

14:39

JINHA


AMED – Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk bernameya 8’ê Adarê aşkera kir.  Bernameyên 8’ê Adarê dê diyarê 3 siyasetmedarên jin Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan bikin.


Bi nêzbûna 8’ê Adarê tevgerên jinan bernameyên xwe aşkera kirin. Li herêmê gelek bajar û navçeyan bi tevlibûna bi hezaran jinan mîtin, meş û bernameyên pîrozbahî tê lidarxistin. Îsal jinan bernameyên pîrozbahiyê diyarî 3 siyasetmedarên jin Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan dikin. Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH) bernameya 8’ê Adarê li Komeleya Jinan a Ekîn Cerenê, bi tevlibûna nûnerên saziyên jinan, şaredar û parlamenterên BDP’ê aşkera kir.


103’yemîn salvegera 8’ê Adarê…


Li ser navê DOKH’ê Koordînatora Navenda Jinan a EPÎDEMÊ Neslîhan Başak daxuyanî da û diyar kir ku dê îsal bi dirûşma “Ji Ocalan re azadî, ji komjiyê re na’ dê 8’ê Adarê pîroz bikin. Neslîhan, da zanîn ku 103’yemîn salvegera 8’ê Adarê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wekî her car niha jî dewlet di qirkirina jinê de bi israre. Jin ji jiyana civakî tê dûrxistin û li malê tên hepiskirin. Di salên dawiyê de qanûna kurtajê, xwedîkirina 3 zarokan û hwd tê wateya serdestiya ser bedena jinê.  Navendên Şopandinê ya Li Dijî Şîdetê (ŞONÎM), di bingeha xwe de tê wateya navendên girêdayê şaredariyan dixebitin bê însiyatîf bikin. Em qanûna ŞONÎM’ê qebûl nakin. Polîtîkayeke zîhniyeta serdest a mêr e û li hemberî jinê kemineke hatiye amadekirin.”


‘Dê têkoşîna xwe bilind bikin’


Neslîhan Başak, di daxuyaniyê de bal kişand ser bernameya pîrozbahiyê ya 8’ê Adarê û wiha got: “Di têkoşîna jina kurd de piştgiriya birêz Abdullah Ocalan girîng e û dê ji bo azadiya birêz Ocalan têkoşîna xwe bilind bikin. Dê îsal 8’ê Adarê bi dirûşma ‘Ji Ocalan re azadî, ji qirkirinê re na’ pîrozbahiyên xwe li dar bixin. Di pîrozbahiyên 8’ê Adarê de dê 2’yê adarê  li Riha, Êlih û Mêrsinê mîtîn bê lidarxistin û diyarê Leyla Şaylemez, bikin. Di 3’ê adarê de hemû pîrozbahiyan diyarê Fîdan Dogan bikin û de li goristana Fîdan Dogan bicivîn û meşek li dar bixin. Di 8’ê Adarê de jî mîtînga fînal bê lidaxistin û dê mîtîngê diyarê Sakîne Cansiz bikin.


Di çarçoveya hefteya 8’ê Adarê de dê 16 bajaran mîtîng û li gelek navçeyan jî meş, panel û daxuyanî bê dayîn.


(gk/la)