Berxwedana çiyayê Mesken di roja 24’an de berdewam dike

11:24

Mizgin Tabu / JINHA


COLEMÊRG – Li çiyayê Meskenê li hemberî avakirina qereqolan konên nobetê hatine vekirin. Welatityên  ku ev 24 rojin li wê berxwedana xwe berdewam dikin diyarkirina ku heta encamekê negirin dê berxwedana xwe berdewam bikin. Ji çalakvanan Hediye Akgul got: “Tenê daxwaza me pêşiya kuştinan girktine.”


Welatiyên Colemêrgê ev 24 rojin li Çiyayê Meskenê hemberî çêkirina qereqolan konê nobetê vedane û di wan konan de berxwedana xwe berdewam bikin. Welatiyên li wê berxwedanê de dan zanîn ku heta encam girtinê dê berxwedana xwe bidomînin. Welatiyan destnîşan kirin k udi 1’ê Gulanê de leşkeran û hêzên tayîbet êrîşekî dijwar anî ser wan, lê ji bere w alîgiyên aştiyêne û çêkirina qerelolan jî nîşaneyên şerin ewê heta dawiyê berxwedana xwe berdewam bikin. Hediye Akgul ya ku ji roja despêkê heya niha di berxwedanêdene anî ziman ku ew naxwazin ne dilê dayîkên gerîlla ne ji yên leşkeran bi êşe, tenê daxwaza wan pêşiya kuştinan girtine û wiha got: “Duh bi şev heta serê sibê balefir ser serê me geriyane. Heta ku em hatin li çiyayê Meskenê panzêran em dan rawestandin û nasnameyên me j ime girtin. Xwestin 3 ciwanên me bigirin. Me bi zorê ew ji destê leşkeran rizgar kirin. Tenê daxwaza me pêşiya kuştinê girtine.”


‘Emê ji vêderê neçin’


Zemîde Aksaç jî bilêvkir ku leşkeran soz dabûn dê li vêderê qereqolê çênekin, lê li ser soza xwe nesekinîn û wiha domand: “Dema ku soz dan li ser soza wan em çun li malênê xwe duroj paşê me agahî bihîst ku Walî ji Serokwezîr ferman girtiye dê qereqol çêkin. Dema ku em çune malê wan firsat dîtine û kepçe birine jorê bû kolana qereqolan. Em cardin vegeriyna cihê xwe û li cihê em mayîn me berxwedana xwe berdewam kir. Zîmed diyar kir ku wan zarokên xwe û mala xwe hêlane hatine li vêderê tenê daxwaza me aştiye û wiha berdewam kir: “Dema ku em li vê derêne mala me bê xwedî dimîne. Armance me ji mala me zêdetir li berxwedanê xwedî d erketine û vêderê bê xwedî ne hiştine. Ew xîna me birijînin û canê me jî bistînin emê dest ji berxwedana xwe bernedin û ji vêderê neçin.” Hasîbe Akgul ya ku ji despêka berxwedanê heta niha di berxwedana Çiyayê Mesken de li ber xwe dide. Hasîbe da zanîn ku ji bo xwîn neherike heta dawiyê emê li ber xwe didin û got: “Divê êdî Serok Apo azad bibe. Divê êdî ne gerîlla ne jî leşker jiyana xwe ji dest nedin. Heta vêderê em di gelek lêgerînan re derbasbûn. Em ne dijminê kesêne. Tenê daxwaza me aştiye.”


‘Ciwanên kurd tînin hemberî hev’


Şevket Demir yê ku ji despêkê heta niha din ava berxwedana çiyayê Mesken de cîh girtiye jî ji bo pêvajiya aştiyê ya ku ji aliyê gelê kurd ve hatî despêkirin bi başî berdewam bike çî ji destê wan tê dê bikin. Şevket anî ziman ku leşker jî zarokên kuranin û wiha got: “Bila êdî qereqol û opereson li çiyayan çênebin. Pêvajoyek ya çareseriyê hatiye despêkirin. Bila her tişt lig ora wê berdewam bike. Lê dema ku em li peyî xwe vedigerin dibînin ku dewletê hemû hêza xwe daye çêkirina qereqolan. Pêvejoyek hatiye despêkirin û divê dewlet jî lig ora wê vê firsatê binirxîne. Em naxwazin zarokên me jiyana xwe ji dest bidin. Hemû zarokên mene li çiyan. Piraniya leşkerên tikan jî zarokên me kurdanin. Zarokên me dibin hemberî hev û hed dikujin. Emê êdî desturê nedin vê. Emê heta dawiya dilopa xwîna xwe ya dawiyê ji bo rawestandina vê xwînê li ber xwe bidin.”


‘Emê êdî li çiyayên xwe azad bigerin’


Rêber Yaşar yê ku ji despêkê heta niha din ava berxwedana çiyayê Mesken dene jî diyar kir ku divê her kes baldar nêzî çalakiya wan bibe. Rêber da zanîn ku dêvê êdî ew azad li çiyayên xwe bigerin. Rêber ji bo baldarbûna li nobetê banga tevlîbûnê li her kesê kir û wiha domand: “Divê êdî em li çiyayên xwe azad bigerin. Mixabin heta niha em bi rehetî nikarin li çiyayên xwe bigerin. Ji ber çêkirina qereqolan û niyetên wan yên xirab, li gel pêvajoya aştiyê jî gerîlayekê jiyana xwe ji dest da. Em niha din ava xemgîniyek mezin denin. Em banga tevlîbûna barxwedana çiyayê Mesken li her kesê dikin.”


 (zt)