Li hemberî îstîsmara zayendî divê bi hevre bê tevgerandin
12:19
Şehrîban ASLAN / JINHA
MÛŞ - Serokê Şaxa Baroya Mûşê Muhammet Aksoy der barê îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan ku di van demên dawî de zêde bû ye axivî. Aksoy xwest ku hemû zarokên ku temenên wan d ibiniya 18 salî de ne û rastî tacîz û tecawizê tên divê karyarên wan bên cezakirin û wiha got: “Divê der barê bûyerên ensesê de jî di maqekanûnê de madeyek hebe. Divê der barê tecawizkarên ku derûniya zarokan xira dike cezayên giran bên dayîn. Divê cezayên wan tenê di navber du anjî 6 salan de sînorkirî nemîne.”
Serokê Şaxa Baroya Mûşê Muhammet Aksoy der barê îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan ku di van demên dawî de zêde bû ye axivî. Aksoy diyar kir ku li gorî daneyên sala 2011’an 16 hezar zarok rastî îstîsmara zayendî hatine û wiha dom kir: “Zarokên ku temenê wan di navbera du an jî 5 salî de duguherin zêdetir rastî îstîsmara zayendî tê. Heta 10 saliyê jî ji sedî 40 rêjeyek heye. Ji sedî 30 jî zarokên ku temenê wan di seriya 10 saliyê de ne rastî îstîsmarê tên. Ji sê zarokên keç û ji 5 zarokên kur rastî îstîsmara zayendî tê. Li Tirkiyeyê çiqas diçe îsîtmara zayendî ya li hemberî zarokan zêdetir dibe.”
‘Divê zarok ji biçûkatiya xwe ve bên perwerdekirin’
Aksoy anî ziman ku li dadgehan dema zarok bi tecawizkarên xwe re tên rû bi rû heman derûniyê dîsa dijî û wiha pêda çû: “Divê pêşiya vê yekê bê girtin. Divê zarok her tim di bin çavderiya doktoran de bin û dubare dubare bên muaynekirin.” Asyo got ku divê der barê îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan pêk tê divê rayedarên dewletê, rêxistinên sivîl, partiyên siyasî saziyên jinan bi hevre tevbigerin û wiha bi dawî kir: “Divê zarok ji biçûkatiya xwe ve bên perwerdekirin.”
(aw)

