Jina Rojavayî li ser sînor hat qetilkirin
13:10
JINHA
ŞIRNEX – Malbatek ya Rojava derbasî aliyê Tirkiyê dibûn. Di dema dervasbûnê de leşkeran ser wan gule barandin. Di dema gulebaranê de dayîka du zarokan Saada Darwîch li ber çavê zarokên wê hat qetilkirin.
Malbatek Rojava ji bajarê Dêrikê dema ku ser sînor derbazî navçeya Cizîrê ya Şirnexê dibû di derengiya şevê de leşkeran ser wan gule barandin. Saada Derwich ya 28 salî û dayîka 2 zarokan, li gel her du zarokên xwe û bavê xwe Medhat Darwich dervasdibûn. Di wê navberê de Saada Derwich ya 28 salî ji zigê xwe gule xwar û hat qetilkirin. Cenazeyê wê rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Lig ora nûçeya Evrenselê di derbarê bûyerê de bavê Saada Medhat Darwich qala wê demê û tuştên bi serê wan hatî kir. Medhat diyar kir ku berî niha çend mehan zavayê wî ji ber êrîşên çeteyan yên li Rojava hatiye Tirkiyê. Ji ber wê jî ew li gel keça xwe û du neviyên xwe xwestin bên derbasî gel bavê zarokan bibin. Li ser sînor li wan gule barandin.
‘Heta destura cenazeyê keça min jî nedan’
Medhat da zanîn ku dema wan ferqkiriye leşker wan dibînin, destê xwe li wan bilind kiriye û daye diyar kirin ku ewê derbazî Tirkiyê bibin. Medhat destnîşan kir kul i gel wê jî wesayîtên zirxî yên di şeklê aqreban de li ser wan gule barandiye. Medhat derbirî k udi dema gulebaranê de keça wî ji zigê xwe gule xwar û jiyana xwe ji dest da. Medhat anî ziman kul i gel heta saet 23,00’an jî cenazeyê keça wî li erdê maye, li gel wê jî nehêlaye ew cenazeyê keça xwe aliyê Tirkiyê bike û di ser de jî ew tehdîd kiriye.
‘Min cenazeyê keça xwe bi erdê ve xişkand bir’
Medhat diyar kir kul i gel hemû tehdîdên leşkeran jî wî cenazeyê keça xwe bi erdê ve xişkandiye û aniye vî aliyî. Medhat da zanîn ku dema derbasbûn gazî ambûlansê kirin ew li gel cenazeyê keça xwe û her du neviyên xwe rakirin nexweşxanê.
Zarok di şoqêdenin
Du zarokên kul i ser wan gule hatin barandin û dayîka wan li ber çavê wan hat qetilkirin hîna di şoqêdenin. Cenazeyê Saada Derwich rakirin morga nexweşxaneyê. Dema ku Hevşaredarê Cizîrê Kadir Kunur bûyer bihîst hem ali gel BDP yiyan hatin nexweşxanê û di derbarê bûyerê de ji malbatê agahî girtin.
(zt)

