Dayika ereb keça xwe tevlî YPJ’ê kir

13:29

JINHA


EFRÎN– Di merasîma veguhestina cenazeyên 17 cangoriyên azadiyê de, dayikek ji pêkhateya ereb, keça xwe tevlî Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) kir.


Merasîma veguhestina cenazeyên 17 têkoşerên Tevgera Rizgariya Kurdistanê, YPG’ê û hêzên Asayîşê ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn û li cihên cuda spartibûn axê, li Goristana Şehîd Refîq a gundê Metîna ya navçeya Şera pêk hat.


Di dawiya merasîmê de dayikek ji pêkhateya Ereb ya bi navê Hena Selîm, diyar kir ku ji bo girêdana xwe ya bi xeta cangoriyên azadiyê re, keça xwe ya bi navê Wîam Mihemed Henîf tevlî nava refên YPJ’ê dike. Hena diyar kir ku ew ê ji bo beşdarbûna keça xwe şahiyekê li dar bixe û bang li hemû sazî û rêxistinan kir ku beşdarî şahiyê bibin.


Wîam Mihemed Henîf jî navê cangoriya azadiyê Viyan lixwe kir û got: “Ez dikim ku tu carî xeta şehîdan bernedim. Yan jiyanek azad an jî ne tiştek.”