'Dardekirin kirinek dermirovaneye'

14:45

JINHA


AMED – Bi boneya protestokirina dardekirina siyasetmendarên kurd bi destê rejîma îranê Şaxa Tuhad-Der’ê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Seroka Şaxa Tuhad-Der’ê Leyla Us axivî û got: “Peyîweridarên dewletê, Rêxistina mafê mirovan ya gerdunî li hemberî vê rewşê bê dang dimînin. Zarokên kuran jî li ber celadê giyan didin.”


Şaxa Tuhad-Der’ê ya Amedê bi wesîleya şermezar kirina polîtîkaya dardekirina siyasetmendarên kurd bi destê rejîma îranê daxuyaniyek dan. Daxuyanî li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya parka Koşuyoluyê hat dayîn. Endamên Şaxa Tuhad-Der’ê ya Amedê, Meclisa Dayîkên Atiyê û gelk welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dovîzên weke “We bihîst dê 59 siyasetmendarên kurd bên darde kirin, gelo wijdan li kune?”, “Kurdistan yeke nekin çar parçe”, “Yên ku ji bo Misrê rondikan dibarînin, li Îranê siyasetmendarên kurdan darde dikin”, “Îran ne Komara Îslamêye Komara dardekirinêye”, “Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhulî, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan, Huseyîn Xizirî gelo niha dora kêye”, “Îdam sucek yê mirovahiyêye. Bila faşîzma îranê dardekirinê bide rawestandin” û duruşmên weke “Şehîd Bamirin” hatin bilind kirin. Di dema daxuyaniyê de nameya siyasetmendarên hatine dardekirin hatin xwendin. Di wê navberê de jinan nekarîn xwe li hemberî wan nameyên wan yên hestiyar û dilşewat bigirin û rondik barandin.


‘Yên ku tekoşîna demokrasiyê didin li îskenceyên giran re derbes dibin’


Seroka Şaxa Tuhad-Der’ê ya Amedê Leyla Us daxuyanî da. Leyla di despêka axaftina xwe de karkerên kul i Somayê jiyana xwe ji dest dan bi bîranî û wiha got: “Ev qirikirina Somayê dibin berpirsyariya dewletê de pêkhat. Divê demek ji ya dinê zutir sucdar bên darezandin.”


Leyla balkişand ser polîtîkaya îranê ya ser siyasetmendarên kurd û got: “Peyîweridarên dewletê, Rêxistina mafê mirovan ya gerdunî li hemberî vê rewşê bê dang dimînin. Zarokên kuran jî li ber celadê giyan didin.”


 Piştî daxuyaniyê nameya siyasetmendarên kurd Ferzad Kemanger û Îhsan Fetehiyan hat xwendin.


Di dawiyê de ji bo siyasetmendarên kurd yên hatine dardekirin 5 deqeyan çalakiya runiştinê hat li darxistin û bi dawîbû.


(zt)