Mudurê dibistanê ji ber tacîzê hat girtin

15:05

JINHA


İZMİR – Hat hînbûn kul i dibistanek ya seretayi ya Menderesê mamostayê cîgirê Mudurê dibistanê ji ber îstismar û tacîza li 5 zarokên keç kirî hat girtin.


Li dibistanek ya seretayi ya navêçeya Menderesê ya Îzmîrê Cîgirê mudurê dibistanê A. Ş yê 62 salî ji ber îstismar û tacîza li zarokên keç yên dibistanê dikir hat girtin. Hat zanîn ku zarokan bûyer ji malbatên xwere gotine û wiha hatiye zanîn. 4 zarokên temenê wan 8 salî û yek jê jî 11 salî rastî îstismar û tacîza cîgirê mudur A. Ş hatine. Xwendekaran li gel pedegogan îfadedane. Xwendekaran di îfadeyên xwe de diyar kirin ku wî mamostayî bi çîkolata û şekir wan dibir mala xwe yan jî di odeya xwe ya dibistanê de filîm temaşe dikirin û di heman demê de ew tacîz dikirin.


Li gorî lêkolîna hat kirin bi rastî jî agahiyên girêdayî zayendiyê derketin holê.


Li ser bûyerê A. Ş hat girtin.


(zt)