'Li hembarî dardekirinên siyasetmendarên kurdan cîhanê çav û guhê xwe girtine'

08:45

JINHA


WAN – Bi armanca şermezarkirina polîtîkaya Îranê ya dardekirina siyasetmandarên kurdan û tayîbetî jî di vê dema dawiyê de biriyara dardekirina 59 siyasetmendarên kurd dayî li navçeya Saray ya ser sînor dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya3 rojan hatibû kirin. Dawî li çalakiya xwe ya gireva birçîbûnê ya 3 rojan anî. Jinan alîkariyek mezin dan çalakiyê. Hevşaredara Erdemîtan Sevîl Rojbîn Çetîn jî beşdarî çalakiyê bû û diyar kir ku divê êdî li hemberî polîtîkaya îranê ya ser kurdan bê baldarî nebe. Endama Meclisa Şaredariyê ya Erdemîtan Mehtap Dînçer jî da zanîn ku hemû cîhanê çav û guhên xwe li hemberî van polîtîkayên ser kurdan yên dardekirnê girtine.  


Polîtîkaya êrîşkar ya îranê ya ser kurdan biryara dardekirina 59 siyasetmendarên dinê yên kurd dan. Li ser banga Şaxa TUYAD-DER’ê ya Wanê bi hezaran welatî kombûn û ber bi gundê Kapikoyê yê ser sînor ve meşiyan. Li wê bi wesîleya şermezarkirina dardekirina siyasetmendarên kurd ji aliyê rejîma îranê ve daxuyaniyan û li peyî daxuyaniyê jî dest bi gireva birçîbûnê ya 3 rojan kiribûn. Piraniya welatiyên beşdarî girevê bûn jî jinin û jinên beşdarî girevê bûn wiha gotin: “Dibe k udi navbera mede sînor danîbin. Lê Kurdistan yeke û kurdên li wê ne tenêne.”


‘Hemû qirkirinên hatin kirin ji hev ne qetandîne’


Hevşaredara Erdemîtan Sevîl Rojbîn Çetîn ya k udi nava yên alîkarî didan çalakiyê de cîh digirt detnîşan kir ku ev bi salane siyasetmendar û jinên kurd ji aliyê îranê ve tên darde kirin. Sevîl derbirî ku divê êdî li hemberî van kirinan baldariyek bê çêkirin. Sevîl anî ziman ku qirkirinên hatine jiyan kirin hemû berdewama hevin û wiha domand: “Dê çalakiyên me yên li hemberî dardekirinê berdewam bikin. Em di wê baweriyêdenin ku yên qirkirina Roboskî kirine, ji yên niha siyasetmendarên kurd darde dikin heman hişmendîne. Cardin li Somayê bi navê ‘qezayên kar’ qirkirina hat jiyan kirin faîlê wê cardin heman hişmendiye. Em van helwestên xwe li hemberî hemû desletên netew didin diyarkirin.” Sevîl bilêv kir ku dê li hemberî van dardekirinan çî bikeve ser milê wan bikin.


‘Emê pêşiya van kirinan neberdin’


Hevşaredara Qelqeliyê Handan Bagci jî ji bo piştevaniyê tevlî çalakiyê bû û diyar kir ku ji bol i hemberî îranê dengê xwe bi hemû cîhanê bindin bihîstin ketine girevabirçîbûnê. Handan da zanîn ku heta îran dest ji polîtîkaya xwe ya dardekirinê bernedin dê çalakiyên xwe berdewam bikin û wiha got: “Bil adi demeke nêz de îran dest ji polîtîkaya xwe ya qirêj li hemberî siyasetmendarên kurdan berdin.” Endama Meclisa Şaredariyê ya Erdemîtan Mehtap Dînçer jî da zanîn ku tenê sucê 59 siyasetmnendarên kurd yên li ber celada sêdarê ji ber ramanên xwe yên azad tînin ziman û wiha domand: “Gelê kurd li çar aliyê cîhanê belavbûne. Her wiha di her çar aliyê welat de jî dijîn. Heger îro gelê kurd li Kurdistanê jiyan dikin bi saya tekoşîna azadiya gelê kurde. Lê li hemberî lîstokên ser gelê kurd çav û guh girtina tevayî cîhanê têrnake. Dewletek li hemberî dardekirinê  Misir û Tunusê bertek nîşan didin, lê li hemberî daredekirinên siyastmendarên kurd muyê laşê xwe na livînin.” Mehtap da zanîn ku dê heta dawiyê li gel 59 siyasetmendarên kurd yên ku biryara dardekirina wan hatiye dayîn bin.


 (zt)