'Li cihên cuda jî bijîn pirsgirêkên jin dijîn hemanin'
08:57
Derya CEYLAN / JINHA
AMED – DOGUNKAD ji bo alîkarî dayîna bûtçeya turîzma herêmê karmendên jinê yê Qibrisê vexwendin herêmê. Karmenên jinên Qibrisê hefteyekê li cihên dîroki yên herêmê geriyan. Ji Karmendên Jin yên Qibrisê Ayla Akpinar despêkê şanaziya xwe ya ji bo germ nêzbûna gelê herêmê anî zinan û got: “Ji ber hatim li vêderê gelek kefxweşim. Min tenê di çapemeniyê de ev bajar dîtibûn. Lê weke ku çapemeniyê dida nîne.” Goksel Înce Canan jî got: “Li vêderê jin dikarin beşdarî siyasetê bibin. Lê li Qibrisê tenê di meclisê de 3 jin hene. Li Qibrisê ji derveyî siyasetê jin di hemû navendên jiyanê de hene.”
Demsala buharê serî de Amed û hemû navendên herêmê dibe cihên turîstan. Cihên dîrkî û xwezaya herêmê ya bedew îsal jî weke her salê bûye cihê herikîna turîstan. Komeleya Karmnedên Jin yên Rojhilat û Başurê Rojhilat ya Amedê (DOGUNKAD) bi wesîleya alîkarî dayîna bûtçeya turîzma herêmê, karmendên jin yên Qubrisê vexwendin herêmê. Karmendên jin diyar kirin ku ya herî li herêmê bala wan kişandî cihên dîrokîne. Karmendên jin sipasiyên xwe ji bê vê organîzeya DOGUNKAD’ê kirin. Karmendên jinên Qubrisê pirsgirêkên jinên Qubrisê ji pirsgirêkên giştî jinan cuda negirtin dest.
‘Li Qubrisê piraniya jinan din ava xwebatan de zinîne’
Ayla Akpinar da zanîn ku her çendî li herêmak cuda dijîn jî lê pirsgirêkên jinan hemanin û jin li her derê pirsgirêkên aborî û civakî jiyan dikin. Ayla destnîşan kir ku li Qibrisê jin din ava jiyana kar de zîndîne û wiha got: “Bê guman cihên ku jin lê jiyan dikin zêdetir pirsgirêkên jinan li wê dizane. Em di çapemeniyê de dişopînin jinên herêmê û tevaya Tirkiyê rastî bêmafiyên mezin tên. Heta hinek ji wan ji aliyê hevserê xwe ve tê qetilkirin. Ji ber vê jî ez di wê baweriyêdeme jin bi perwerdê bikarin ji bo xwe û zarokên xwe tişta bikin.”
‘Di dema şer de jinan zoriyên mezin jiyan kirin’
Karmenda Jin ya Qibrisê Hayriye Dolman şerê Qibrisê yê 20’ê Tîrmeha 1974’an û di şer de zehmetiya jinan kişandine bibîr xist û wiha domand: “Beşk ji jinan hewil didin ku êşên berê kişandine ji bîr nekin. Beşek mejin ji jinên Qebrisê din ava jiyana kar de cîh digirin û xwe hîn zêdetir azad hîs dikin.”
‘Divê jin di her aliyî de tekoşînê bikin’
Karmenda Jin ya Qebrisê Goksel Înce Canan rola jinên Qibrisê ya di siyasetê de nirxand û wiha got: “Li Qibrisê di siyasetê de jin di rêza duyemdenin. Divê fikrê jin û mêran wekehev bên dîtin û her kes bikarin nêrînên xwe bînin ziman. Dema ku jin hêza xwe ya cewherî bibîne dikare li her navendê de xwe bi rêxistin bike.”
‘Divê ji bo Heskîfê tekoşîn berdewam bike’
Goksel balkişand ser giringiya parastina cihên dîrokî û wiha domand: “Min Amed, Mêrdîn, Midyad û Heskîf gelek eciband. Lê ji ber dê ew xweza û dîroka bedew ya Heskîfê dibin avê de bimîne ez xemgînim. Li vêderê bi hezaran otobus rojê tên û diçin. Evqas hatina welatiyan ya ji bo dîtina van cihên dîrokî dikare kampanyeyek ya îmzayan bê despêkirin. Ji bo Heskîf neyê tunekirin hinek tişt dikarin bên kirin.”
(zt)

