Dê Cuneydê YPG yî li Wanê bispêrin axê
09:46
JINHA
AMED – Fermandarê YPG’ê Cuneyt Alparslan (Gelî) di şerê 27’ê Adarê yê li hemberî IŞÎD’ê li bajarê Dêrikê yê ser bi kantona Cizîrê ya Rojava derket de jiyana xwe ji dest da. Cenaze piştî otopsiya li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Amedê ji aliyê hezaran kesî ve şandin gundê Pîmereme yê girêdayî navçeya Qelqeliya Wanê.
Fermandarê YPG’ê Cuneyt Alparslan (Gelî) di şerê 27’ê Adarê yê li hemberî IŞÎD’ê li bajarê Dêrikê yê ser bi kantona Cizîrê ya Rojava derket de jiyana xwe ji dest da. Dema ku cenazeyê wî ji Rojava hat girtin li navçeya Qoserê bi armanca otopsiyê anîn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Amedê. Di dema otopsiyê de li kêleka naxeşxanê gel malbata Cuneyt Meclisa Dayîkên Aştiyê, Rêxistina BDP’ê ya navend û navçeyan, MEYA-DER, Hevşaredarên Qoserê Îsmaîl Asî û Selma Irmak, Parlementera BDP’ê Aysel Tugluk, Hevşaredarê Yanîşehîrê Ulku Baytaş, Hevşaredarê Surê yê k udi van demên dawiyê de lawê wî Elî Narîn jî diş erek yê li Rojava derket de jiyana xwe ji dest dayî Seyît Narîn û gelek welatî hebûn.
Welatiyên kul i benda derxistine cenazebûn duruşmên weke “Bijî berxwedana YPG’ê” û “Şehîd namirin” bilind dikirin. Piştî otopsiyê cenazeyê Cuneyt girtin û birin mizgerfta Yenîkoyê. Piştî pêkanîna wacibên olî ji bo definkirinê şandin gundê ku çavên xwe têde li jiyanê vekiriye Pîmereme yê girêdayî navçeya Qelqeliya Wanê.
(zt)

