PDK'ê vê carê jî bi nedayîna avê gef li Mexmûrê xwar
14:15
JINHA
HEWLÊR - PDK a ji duh ve operasyon, serdegirtin, binçavkirin û zextên xwe yên li hemberî sazî û rêxistinên Kurd ên li Herêma Federala Kurdistanê dişidîne, piştî qedexekirina ketin û derketina Mexmûriyan li Hewlêrê, derket holê ku bi birîna ava vexwarinê gef li şêniyên wargehê xwariye.
Hêzên Asayîşa PDK'ê, ku duh avêtin ser buroyên KNK, PÇDK, DÎHA, RJAK, Rojî Welat û Ciwanên Azad û gelek kes kirin binçavan, piştî ku îro danê sibê ketin û derketina Hewlêrê li Mexmûriyan qedexe kirin, gaveke din li van gef û şantajên xwe zêde kir.
PDK'yiyên ku beriya niha gefa 'Biçin ji vê derê, hatina we ya Hewlêrê qedexe ye' li Mexmûriyan xwarin, derket holê ku bi qutkirina ava vexwarinê ya li ser wargehê şantaj kiriye.
Ava vexwarinê ya ji bo Wargeha Ş. Rustem Cûdî (Mexmûr) a ji 5 taxan, her roj ji taxekê re tê dayîn.
Ava vexwarinê jî ji aliyê 4 tankerên ser bi hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê anîn.
Derket holê ku ajokarên her tankeran îro danê sibê gefa "Eger hûn pereyê mazotê nedin, ji niha û pê ve emê avê nînin kampê" li keyayên taxê xwarine.
Hat hînbûn ku ajokaran ji keyayan re gotine ku ev yek fermana hikûmetê ye.
Şêniyên wargehê dan xuyakirin ku PDK bi van gefan hewl dide di nava gel de nakokiyan derxîne.
Şêniyên wargehê wê li hemberî van polîtîkayên zordar ên PDK'ê sibê saet di 08:00 de li Saziya Malbatên Şehîdan daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.
