‘Çi ferqa vê êrîşê û bûyera qetilkirina Apê Musa heye’
14:39
JINHA
AMED - Xebatkarên çapemeniya azad yên herêmê helwest û êrîşa PDK’ê ya li hember saziyên kurdan şermezar kirin. Xebatkarên çapemeniyê bang li PDK’ê kirin û wiha gotin: “ Wêdemê çî ferqa vê biryarê û biryara girtinên televizyonên kurd yên li Ewropa, biryar û operasyonên li hember çapemeniya azad yên Bakûr, qetilkirina Apê Musa û Gurbetellî Ersoz heye.”
Êrîşa Partiya Demokratî Kurdistan (PDK) ya li hember nûnertiya Ajansa Nuçeyan a Dîcle û saziyên wek KNK, PÇDK, Rojî Welat, RJAK û çend saziyên din li Amedê ji hêla saziyên çapemeniya azad ve bi daxuyaniyekê hat şermezar kirin. Bi dehan xebatkarên DÎHA, Ozgur Gundem, JINHA, Azadiya Welat, Belavkariya Firatê, Gun-Radyo-Tv, Hêviya Jinê, Kovara Demokratîk Modernîte û Cemîyeta Rojnamegerên Azad li ber avahiya bi navê AZC Plaza derbarê êrîşa PDK’ê de daxwuyanî dan çapemeniyê. Siyasetmedarê kurd ku 22 salan li sirguniyê jiya û çend roj berê vegeriya welat Serhat Bucak, Hevseroka BDP’a Amedê Zubeyde Zumrut, ÎHD û gelek saziyên sivîl jî piştgirî dan daxwuyaniyê. Li ser navê çapemeniya azad daxwuyaniya kurdî Edîtorê Azadiya Welat Abdurrahman Gok ya tirkî jî xebatkara DÎHA’yê Pervîn Yerlîkaya Babir xwend.
‘Ev nîşan dide ku AKP û PDK tevkarê hevin’
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku duh hêzên PDK’ê li hember buroya DÎHA’yê ya Hewlerê û saziyên KNK, PÇDK, Rojî Wilat, RJAK û çend saziyên din êrîş pêk aniye û wiha dom kir: “Piştî serdegirtina saziyan zincîr li deriyê saziyan xist. Ev konsepteke tevahî ye ku li hemberî rêxistin û dezgehên kurdan ên têkoşîna azadî, aştî û demokrasiyê dimeşîne ye. Wekî tê zanîn ewil li Bakur bi destê hikûmeta AKP'ê li dijî siyasetmedar, rojnameger, parêzer, parazvan, nivîskar û rewşenbirên kurdan di bin navê ‘KCK'ê’ de operasyon pêk hat û zêdeyî 10 hezar mirov hatin girtin. Her wiha li dijî çapemeniya azad jî operasyon pêk hat û 46 rojnamegerên kurd hatin girtin û nêzî 3 salan girtî man. Lê niha heman feraset ji aliyê PDK (KDP) ve li dijî dezgeh û saziyên kurdan ên têkoşîna aştî û demokrasiyê didin tê meşandin. Hevkarî û tevkariya hikûmeta AKP'ê û PDK'ê di her alî de tê xuyakirin ku li dijî tevgera azadiya kurdan bûne yek. Ev yek di serdana Serokê Herêma Federal a Kurdistan Mesut Barzanî ya Amedê de jî derket holê. Li gel ku KCD'ê ji bo Newrozê bang li PDK'ê kiribû jî nehatin beşdarî Newrozê nebûn; lê li aliyê din berî hilbijartinên xwecîhî li ser banga Hikûmeta AKP'ê Serokê PDK'ê Mesut Barzanî hat Amedê û tevlî mitînga Erdogan bû. Ev nîşan dide ku AKP û PDK tevkarê hevin.”
‘Di asta yekîtiya kurd de em ê paş ve gav navêjin’
Di berdewamiya daxwuyaniyê de bal hat kişandin ser tevkarî û hevalbendiyê û wiha hat gotin: “Dibe ku tevkariya wan hebe û vê yekê ne li gor berjewendiyên gelê kurd û bindest bin jî bimeşînin. Lê bila ev bê zanîn. Em wek çapemeniya azad heya îro di asta yekîtiya kurd û neteweya demokratîk de li hemberî hemû komkujî û êrîşê li hember gelê kurd rawestiyane û em ê her rawesitin. Em her dem li hember komkujiyên Şêx Seîd, Mehmûd Berzencî, Seyîd Riza, Agirî, Sason, Roboskî, Enfal, Helepçe, êrîşên li ser Başûr, zext û zordariyên li hemberî civakê, gotinên Serokwezîrên tirk yên biçûkxistinê li hember rêveberiya hikûmeta Başûr, êrîşên li hember şoreşa Rojava, darvekirinên Rojhilat, komkujiyên rejima Baas yên wek Sînemaya Amûdê û Qetlîama Qamişlo û komkujiya Hewlêr rawestiyan û em ê rawesitin jî. Em ê tu car li hember êrîşên li ser gelê kurd û bindest bêdeng nemînin. Ji ber ku em li hemberî binpêkirin û zextên li ser nirxên civakê bêdeng neman em li Tirkiyeyê bûn hedefa hikûmet û dewletê. Televizyonên kurdan ji ber ku qirêjiyan li ber çavan radixin li Ewropa tim bi girtinê re rû bi rû dimînin. Niha jî heman feraset û konsept li Hewler, Duhok û Zaxo li dijî sazî û dezgehên kurdan tê meşandin. Operasyon tên li dar xistin û herî kêm nêzî 25 hevalên me û têkoşerên azadiya Kurdistanê hatine binçav kirin zincîr li deriyê dezgehên wan hatiye xistin. Wêdemê çi ferqa vê biryarê û biryara girtinên televizyonên kurd yên li Ewropa, biryar û operasyonên li hember çapemeniya azad ya Bakûr, kuştina Apê Musa, Gurbetellî Ersoz heye.”
‘Zincîr li deriyê saziyan dane û hevalên me binçav kirine’
Daxwuyanî bi van hevokan berdewam kir: “Belê duh li derdora saat 15.00’an zêdetirî 60 çekdarên (pêşmerge) PDK’ê avêtin ser ofîsa ajansa me DÎHA (Ajansa Nûçeyan a Dîcle) ya Hewlêrê û rojnamevanên ku li wir bûn binçavkirin. Piştî 3 saetan hevalên me yên rojnamevan yên bi navê Serdar Îsa, Mihemed Orhan û Wehbî Demir serbest hatin berdan. Êrişa duyemîn jî derdora saet 18.00’an li dijî ofîsa DÎHA’yê pêk hat. Li gor agahiyan vê carê deriyê ofîsê bi yekcarî ji aliyê pêşmergeyên PDK’ê û asayîşê ve hatiye zincîrkirin. Heta niha jî deriyêofîsê zincîrkiriye, hemû amûr,kamera û kelûpelên ajansê di bin çavdêriya hêzên PDK’ê de ne. Li gor agahiyên ketine destên me, ji rojnamevanên ku li ofîsa me ya DÎHA ya li Hewlêrê dixebitin re hatiye gotin ku "nabe bi tu awayî hûn tu daxuyaniyan di vê derbarê de bidin." Her wiha her 3 rojnamevan jî ji ofîsê hatine derxistin. Ligel ofîsa DÎHA’yê, deriyê ofîsên KNK, Rojî Wilat, PÇDK û Komeleya Ciwanên Welatparêz jî hatine girtin û di bin çavdêriya hêzên girêdayî PDK’ê de ne.”
‘Riya hûn tê de ne ne tu rê ye’
Hat bibîr xistin ku çapemeniya kurd bi dirûşma "Tu car ji rastiyan tawîz nade" derketiye rê û bi van gotina daxwuyanî bi dawî bû: “Dîsa bi feraseta li dijî zilm û zorê dê bibe çav, guh û zimanê civakê têkoşînê dide. Ji ber vê helwesta çapemeniya azad ku mafê civakê, mafên mirovan û mafê raman û heqîqetê diparêze ewil li Bakur bû hedef, niha jî li Başûr bû hedef. Em van operasyonên li dijî dezgeh û çapemeniya azad bi tundî şermezar dikin. Em dê tu carî li hemberî van êrîş, zext û zordariyan serî netewînin. Em dê her dem ji bo parastina mafê civakê û mafê gelan têkoşîna ronîkirinê berdewam bikin. Em bang li PDK'ê jî dikin û dibêjin ev rê ne rêyeke rast e ku hûn dê de dimeşin. Em li bendê ne ku demildest zincîrên li deriyê saziyan hatine xistin bên vekirin û ji gelê kurd lêborîn bê xwestin. Lewra pêşiyên me bav û kalên me gotine ku ger em taştê bin hûn firavîn in."
Piştî daxwuyaniyê siyasetmedar Serhat Bucak û Zubeyde Zumrut jî axivîn û bertek nîşanî êrîşa PDK’ê dan.
(zt)

