‘PDK şêwaza salên 90’î didomîne’
15:08
JINHA
SILÊMANIYÊ – Hevseroka PÇDK’ê Necîbe Umer diyar kir ku PDK tiştê di salên 90’î de dikirin, niha dubare dike û got: “PDK’ê bi vê şêwaza xwe dixweze şerê birakujî derbixe, sedema vê yekê jî helwest û çalakiyên partiya me ya derbarê hilbijartinên Meclîsên bajaran û Perlemantoya Îraqê dene.”
Hevseroka Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) Necîbe Umer da zanîn ku PDK bi awayekî sîstematîk dijminahiya partiya wan dike. Necîbe destnîşan kir ku PDK tiştê di salên 90’î de dikirin, niha dubare dike û got: “PDK’ê bi vê şêwaza xwe dixweze şerê birakujî derbixe, sedema vê yekê jî helwest û çalakiyên partiya me ya derbarê hilbijartinên Meclîsên bajaran û Perlemantoya Îraqê dene.”
‘PDK bi hovane êrîşî buro û saziyên sivîl dike’
Derbarê êrîşên hêzên Parastin ên girêdayî PDK’ê li ser saziyên civaka sivîl ên Herêma Federala Kurdistanê de Necîbe bi tundî kiryarên PDK’ê şermezar kir û wiha anî ziman: “Bi hovîtî, tundî û dûrî pîvanên mafê mirovan PDK êrîşî buro û saziyên sivîl dike û deriyên saziyan kilît dike.”
‘Emê li hemberî van kiryarên PDK’ê asta xebata xwe bilindtir bikin’
Necîbe diyar kir ku terzê ku PDK’ê dide meşandin heman terzê ku di salên 90’î de bi kar dianîn û bi vê yekê dixwaze şerê birakujiyê derbikeve. Necîbe da zanîn ku partiya wan PÇDK’ê tenê di çarçoveya demokrasiyetê de kar û çalakiyên xwe bi awayekî aştiyane dide meşandin û wiha got: “Li hemberî van kiriyarên PDK’ê em ê asta xebata xwe ya qanûnî bilind bikin. Em bang li hemû aliyan dikin ku ji bêdengiya xwe derbikevin.”
‘PDK ji rizgarkirina Rojava bi hêrsbûye’
Necîbe got: “PDK ji rizgarkirina Rojava li derveyî desthiltdara wê tengezar bûye û ew bi hemû hêza xwe hewl dide dagirkeriya Tirkiyê vegerîne.” Derbarê helwesta wan derbarê êrîşên PDK’ê de Necîbe diyar kir ku ev demeke PDK li dijî partiya wan tevliheviyan derdixe û gelek caran tehdîdan dike. Necîbe bang li hemû partî û aliyên siyasî kir ku di parlemantoyê de dengê xwe bilind bikin û li dijî van kiriyaran derbikevin.
Necîbe di dawiya axaftina xwe de da xuyakirin ku dijminahiya bi partiya wan PÇDK’ê re ti encamên erênî nagire û bang li PDK’ê kir ku ji helwesta xwe ya dijminahiya bi berjewendiyên gelê Kurd re vegere.
(zt)

