PDK Nûnera Yekîtiya Sitar der sînor dike

17:07

JINHA


HEWLÊR - Kesên ku duh ji aliyê asayişa PDK’ê ve hatibûn binçavkirin û ji wan du kes hêj di binçavan de tên girtin. Yek ji kesên dibin çavan de Nûnera Yeketiya-Star Nûjîn Yûsûf ji aliyê PDK’ê ve birine Deriyê Sêmalka û tê gotin ku dê dersinor bikin.

Piştî ku duh PDK’ê bi operasyonekê bi ser bûroyên DÎHA, Rojî Welat, RJAK, KNK û Komeleya Ciwanên Welatparêz de girt û gelek kes bin çav kirin û ji bilî buroya KNK’ê deriyê hemû saziyên dihatiye girtin. Kesên ku duh ji aliyê asayişa PDK’ê ve hatibûn binçavkirin û ji wan du kesên hêj di bin çavan de tên girtin. Di nava wan de Berpirsa Yeketiya-Star a Herêma Başûr Nujîn Yûsûf jî ku hebû, hêzên PDK’ê ji bo wê dersînor bikin, birine Deriyê Sêmalkan. 

Hate hînbûn ku asayişa Partiya Demokrata Kurdistan (PDK), Nûnera Yeketiya-Star Nûjîn Yûsûf li Dergehê Sinorê Sêmalka dersinor bike.


(zt)