Jin bi yek dengê dibêjin ‘aştî’

11:22

 


Zehra Dogan / JINHA


AMED –  Bi nêzbûna 8’ê Adarê jinan hest û ramanên xwe anî ziman. Jinên kurd îsal pîrozbahiyên 8’ê Adarê diyarê her sê jinên siyasetmedarên jin Sakîne, Leyla û Fîdanê dikin. Jinên li herêmê dijîn wekî her car carek din daxwazên xwe ya azadî û aştiyê anîn ziman.


Wekî her sal îsal jî jin bi hêviya aştî û azadiyê 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Tevgra Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH) starta xebat û pîrozbahiyên 8’ê Adarê da. Bi taybetî jinên li herêmê dijîn aştiyê daxwaz dikin. Şaredara Nisebîna Mêrdînê Ayşe Gokkan, endamên Însiyatîfa Dayikên aştiyê nêrînên xwe JINHA’yê re anîn ziman.


Leyla Aslan: Ez dayikeke kurdim, ez dixwazim êdî xwîn nerije û aştiyek çêbe. Divê operasyonên siyasî û leşkerî bê rawestandin. Ez hêvî dikim ku 8’ê Adarê bibe wesileya aştiyê.


Gulistan Erek: Ez roja 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê û jinên kurd pîroz dikin. Qetilkirina her 3 jinên siyasetmedar şermezar dikim. Ez dixwazim êdî şîdet raweste û her wiha em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin. Divê her kes êdî bizane em êdî nayên lîstikan.


Emîne Ozbek: Hêza têkoşîna jinan heye ku aştiyê bine. Bi taybetî di şeran de jin û zarok dibin mexdûr. Berpirsiyariya dayikan gelek zêde ye, ji bo aştiyê çî hewcebe dê bikin.


Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan: Wateya 8’ê Adarê gelek girîng e. Ji bo jinên kurd rojeke şoreşê ye. Em wateyek wisa didin. Li Parîse 3 hevalên me hatin qetilkirin. Îsal pîrozbahiyên 8’ê Adarê diyarî her 3 jinên şoreşger dikin. Em jinên kurd dê bi têkoşîna xwe xwedî li dîroka xwe derkevin. Wekî Rêberê PKK’ê Abdullah Oclan gotî ‘heta jin azad nebe, civak jî azad nabe.’ Jinên kurd dê daxwaza rakirina rakirina tecrîda li Îmraliyê bikin û bi dirûşma ‘li kurdistanê re statü û ji jinan re azadî’  dakevin qadan.”


(zd/gk/la)