'Divê li hemberî îstismarên zayendî bertekên civakî pêşbikevin'
08:34
Bêrîvan Sumer/JINHA
COLEMÊRG- Navenda Şêwirmendiya Binevş ya Jinan di aliyê aborî, derunî, hîquqî û civakî de alîkariya jinên Colemêrgê dike. Civaknasa Navendê Ozgul Dogan girêdayî şidet û îstismarên vê dema dawî ser jin û zarokan zêdebûyî wiha got: “Di van mijaran de xebatên me hene. Em din ava taxan de xebatan birêve dibin. Em hewil didin ku ji gel piştevaniyê bigirin. Divê di vana liyan de bertekên civakî pêşbikevin. Divê li hemberî van kirinan civak bêdeng nemîne.”
Navenda Şêwirmendiya Binevş ya Jinan ya ku dibin banê şaredariyê de xebatên xwe berdewam dike girêdayî jinan xebatên xwe berdewam dikin. Girêdayî xebatên navendê Civaknasa Ozgul Dogan agahî dan û got: “Xebatên me girêdayî jinanin. Dema ku jin di aliyê aborî, civakî, hîquqî, derunî û kevneşopiyan de rastî tengasiyan tê em bi wan re dibin alîkar. Em ji bo k udi her aliyî de ji bo jinan bibin bersiv kedê didin.”
‘Divê civak hemberî îstismarê dengê xwe bilind bikin’
Ozgul diyar kir ku ew girêdayî hinek mijarên diyarkirî perwerdeyê didin jinan û wiha domand: “Di dawiya perwerdê de bi wesîleya serkeftina jinan em sertifikan didin wan. Perwerdeya me tayîbetî di aliyê mafê jinan, zayendiya civakî, şidet, tenuristî û malbatê de berdewam dike.” Ozgul balkişand ser di demê dawî de zêdebûna şidet, tacîz û tecawîza ser jin û zarokan û wiha berdewam kir: “Di van mijaran de xebatên me hene. Em din ava taxan de xebatan birêve dibin. Em hewil didin ku ji gel piştevaniyê bigirin. Divê di vana liyan de bertekên civakî pêşbikevin. Divê li hemberî van kirinan civak bêdeng nemîne.”
‘Emê weke jin hişmendiya mêran ya deshilatdar biguherînin’
Ozgul anî ziman ku dê bi jinan re îmza bavêjin binê gelek serkeftinan û got: “Jinan li gel me serî li vê riyê dane. Ev yek me şanaz dike. Pirsgirêk çî dibe bila bibe jin j ime alîkariyê dixwazin. Di vê mijarê de çî ji destê met ê emê bikin û divê mijarê de jin bila j ime bawerbin. Em dixwazin weke navend bibin bersiva û hêza çareseriya pirsgirêkên jinan. Di van mijaran de jin dikarin j ime alîkariyê bixwazin. Emê weke jin hişmendiya mêran bidin guherîn. Jin jî divê di vê mijarê de tekoşînê bidin. Divê jin di her cihên jiyanê de cîh bigirin û bibin xwedî vîn.”
(zt)

