Divê jin dakevin kolanên vî bajarî!
08:37
Şehriban Aslan / JINHA
MÛŞ – Serokê Odeya Tabîban ya Mûşê Kenan Şeker diyar kir ku di temenê biçuk de zewaca jinan dibe sedema gelek nexweşiyan û got: “Heger jin bi tendurustbe civak jî bi tendurust dibe. Jin civakê diguherînin. Divê jin dakevin kolanên vî bajarî. Ji bo vê jî divê rêxistina jinan bi hêz bibe.”
Yek ji navendên herî zêde deshilatiya mêran lê bi bandor Mûşe. Li Mûşê jin ji navendên jiyanê hatine dur xistin. Serokê odeya Tabîban ya Mûşê Kenan Şeker balkişand ser jiyana jinên Mûşê ya k udi nava dîwaran de hatî diyar kirin û wiha got: “Dema ku qala nexweşiyên jinan tên kirin, nexweşiyên weke menopoz û mêlakê tê hişê mirovan. Ev tenê pirsgirêkên tenduristiyê yên populer û pir tên zanînin. Lê li tevahiya herêmê û Mûşê dema ku mirov ser pirsgirêk û nexweşiyên jinan hur dibin gelek pirsgirêkên çandî û civakî hene.”
‘Di temenê biçuk de zewaca jinan dibe sedemê derketina gelek nexweşiyan’
Kenan anî ziman ku jin ti temenê biçuk de tên zewicandin û wiha domand: “Hîna metopolîzma û anatomiya wan ne amadeye, ji ber wê jî nexweşî bi wan re çêdibin.” Kenan balkişand ser şerê 30 salan li herêmê berdewam dike û wiha berdewam kir: “Di vê pêvajoya 30 salan ya şer de jinên herêmê rêxistina xwe çêkirine û ber bi azadiya xwe ve din ava hewildanan denin. Jin daketin kolan û taxan li hemberî şer dengê xwe bilind kirin. Mirov îro dikare jinan di hemkû navendên jiyanê de bibîne. Lê li Mûşê rewş hinekîdinê cudaye. Li vêderê jin gelek girtîne. Dema daketina kolanan de pir jin nayên dîtin. Pirsgirêkên k udi civakên girtî de tên jiyîn gelek dernakevin ji derve. Ev rewşane bi destê dewlet û pergalê pêşdikevin.”
‘Divê jin derkevin kolanan’
Kenan bilêv kir k udi aliyê sazumaniya bajarvaniyê de Mûş dereng pêşketiye û wiha got: “Hişmendiya deshilatiya mêran weke metayê li jinan dinêrin. Tevlî jiyana jinan bi her awayî dibin. Dê jin çaw biçin dibistanê, çend zarokan bînin van hemûyan digirin bin destê xwe.” Kenan da zanîn kul i Mûşê û tevahiya herêmê vê hişmendiya serdest jin gelek paşde hêlane û divê ji vê rewşê re çareyek bê dîtin û wiha domand: “Heger jin bi tendurustbe civak jî bi tendurust dibe. Jin civakê diguherînin. Divê jin dakevin kolanên vî bajarî. Ji bo vê jî divê rêxistina jinan bi hêz bibe. Jina herî bedew jina rêxistin kiriye.”
(zt)

