Amadekariyên jin hêza xweya cewherî derxin holê tên kirin

09:16

Bêrîtan ELYAKUT / JINHA


AMED – Ji aliyê DOKH’ê ve xebatên avakirina “Navendên Jinan yên Taybet”  hatine despêkirin. Ji bo li hemberî şidetê tekoşîn bê kirin. Hêza cewherî ya jinan derkeve holê. Bi rengê jinan can bê dayîna jiyanê, bi navê di ferqêdebûnê û jiyanek alternatîf derkeve pêş pêdivî bi xebatek wiha hatiye dîtin. Civaknasa Navenda Şêwirmendiya Jinan ya Ekîn Cerenê Ayşe Çaçan avakirina Navendên Jinan yên Tayîbet nirxand. Ayşe diyar kir ku Navendên Jinan yên Tayîbet weke encama xebatên derbasbûyî derketiye pêş.


Ji aliyê Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê ve xebatên avakirina “Navendên Jinan yên Taybet” hatine despêkirin. Armanca wan ji bo hemû navendên jiyanê de jin bibin xwediyê mafê gotinê û bi renê xwe derkevin pêş. Her wiha di van aliyan de astengiyên li pêşiya wan bên rakirin. Ji bol i hemberî şidetê hêzek ya rêxistinkirî bê avakirin armanc tê kirin kul i hemû navçeyên Amedê Navendên Jinan yên Taybet bên avakirin. Civaknasa Cavenda Şêwirmendiya Jinan ya Ekîn Cerenê Ayşe Çaçan avakirina Navendên Jinan yên Tayîbet nirxand û got: “Hişmendiyek ya hezarsalî deshilat heye. Ev hişmendiya xwe li hemû navendên jiyanê bi cîh kiriye divê bê guherîn. Dê hemû pirsgirêkên weke şidet, îstismarên zayendî, pirsgirêkên nava taxan û bersivdana pirsên weke jin çî dixwazin din ava van xebatên me de cîh bigirin.” Aktîvîsta Navenda Şêwirmandiya Jinan ya EPÎDEM’ê Neslîhan Başak jî wiha got: Navendên Taybet yên Jinan ji bo xebatên jinan karek divê hatibana kirine. Lê bi zêdebûna şidet û cînayetên jinan li gel îstismarên zayendî yên ser zarokan me zêdetir pêdiviya wê dît û kêmaniya wê hîs kir.”


‘Dê meclis rengê jinan derxin holê’


Civaknas Ayşe da zanîn ku ew dixwazin rengên jinan li hemû navendan bên dîtin û wiha domand: “Jin êdî di asta farq û rengê xwe derxin holê denin. Em difikirin ku emê rêyek baş bidin pêşiya jinan.”


‘Navendên jinan yên tayîbet despêkeke’


Ayşe navendên jinan yên taybet weke pêkiviyekê dibînin û wiha berdewam kir: “Hişmendiyek ya hezarsalî deshilat heye. Ev hişmendiya xwe li hemû navendên jiyanê bi cîh kiriye divê bê guherîn. Dê hemû pirsgirêkên weke şidet, îstismarên zayendî, pirsgirêkên nava taxan û bersivdana pirsên weke jin çî dixwazin din ava van xebatên me de cîh bigirin.”


‘Li Tirkiyê û tevahiya cîhanê nebûna meclisên tayîbet yên jinan kêmaniyeke’


Aktîvîsta Navenda Şêwirmandiya Jinan ya EPÎDEM’ê Neslîhan Başak jî nebûna meclisên jinan hem li Tirkiyê û hem jî li tevahiya cîhanê weke kêmaniyekê dît û got: “Di aliyê jinan de xebatek dibê bê kirine meclisên jinan yên tayîbet. Lê bi zêdebûna şidet û cînayetên jinan li gel îstismarên zayendî yên ser zarokan me zêdetir pêdiviya wê dît û kêmaniya wê hîs kir.”


 ‘Polîtîkayên dewletê jî cardin ser Kurdistanê pêşdikeve’


Neslîhan balkişand ser zêdebûna şidetê li her derê û wiha got: “Polîtîkayên dewletê cardin ser Kurdistanê pêşdikeve. Embargoyên ser Kurdistanê hîna berdewam dikin. Ji ber van sedeman pêdivî bi meclisên bi vî awayî hene.” Neslîhan anî ziman ku dê hejmara meclisên xwe zêde bikin û wiha domand: “Emê bi şêweyên cuda meclisên ku tên avakirin li hev bişêwirînin. Em jinên kurd emê tekoşîna xwe ya ji bo azadiya Kurdistanê berdewam bikin. Em din ava xebatek ya hemû gel di Kurdistanê de azad bijîn denin. Ji bo wê jî dê armanca me ya yekem avakirina van meclisên tayîbet be.


‘Emê ji herêmê ber bi girştî ve xebatên avakirina meclisên xwe bidomînin’


Neslîhan bilêv kir ku ew dereng bi agahiyên îstismar û qetilkirinan dihesin û ev bûyerane ji aliyê civakê ve jî ser wan tên girtin û wiha berdewam kir: “Bi riya van meclisan emê din ava taxan de ji bûyerên bi vî awayî agahdar bibin. Dê meclisên tayîbet di vana liyan de bibe wesîleya xebatek serkeftî.” Di dawiyê de Neslîhan anî ziman ku dê ji herêmî ber bi giştî ve meclisên xwe yên tayîbet zêde bikin.


(zt)