Jinan pirsgirêkên ‘Jin û Aborî’ yê nirxandin
10:16
JINHA
ŞIRNEX- Di bin pêşengiya Navenda Şêwirmendiya Jinan ya Viyan ya Silopiyan de girêdayî pirsgirêkên jinan ser mijarên weke “Jin û Aborî” hatin nîqaşkirin.
Di bin pêşengiya Navenda Şêwirmendiya Jinan ya Viyan ya Silopiyan ya k udi bin banê şaredariyê de xebatên xwe birêve dibe de girêdayî pirsgirêkên jinan civîn hatin çêkirin. Di civînan de ser mijarên weke “Jin û Aborî” hatin nîqaşkirin. Di civînan de Hevşaredara Silopiyayê Emîne Esmer, Hevşaredara navçeyê ya BDP’ê Mewlîde Şik,endamên meclisa jinên BDP’ê, endamên saziyên civîl yên civakî û gelek jin amadebûn. Di civînê de ser îstihdama jinan hat nîqaş kirin. Ji bo astengiyên pêşiya jinan bên rakirin û zêdetir jin beşdarî nava kar bibin nirxandin hatin kirin.
Hevşaredara Silopiyayê Emîne Esmer balkişand ser îstihdama jinan di tevahiya cîhanê de û got: “Divê ew jiyana weke jinên mala pêşkêşî jinan hatî kirin bê rakirin, û ew jin êdî tevlî jiyana kar bibin. Lê lê gora mêran din ava jiyana kar de hîna jin di rêjeyek gelek kêm denin. Ji ber wê jî divê astengiyên pêşiya jinan bên rakirin.”
Ji aliyê Navenda Şêwirmendiya Jinan ya Viyan ya Silopiyan ve hat diyar kirin ku dê 6 hefteyan bi ser hev weke atolye nîqaşên xwe yên di derbarê van mijaran de berdwam bikin.
(zt)

