Li Elbakê dest bi paqijiya buharê hat kirin
11:17
JINHA
WAN – Bi hatina buharê re Şaredariya Elbakê dest bi paqijiyê kirin.
Ji bo bajarek pak û paqij Şaredariya Elbakê bi duruşma “Ji bo derdorek pak û Elbakek paqij” dest bi kampanyeya 6’emîn ya buharê kirin. Piştî derbasbûna zivistanek dijwar Şaredariya Elbakê dest bi paqijiya bûharê kirin. Di kampanyeya paqijiyê ya 6’emîn ya îsal li Elbakê hatî despêkirin de Hevşaredara Elbakê Aynur Tarhan û endamên meclisa şaredariyê li gel personelên şaredariyê beşdarbûn. Di dema paqijiyê de hemû kolanên 3ê taxên Elbakê hatin hatin paqijkirin û cedeyên wê jî hatin şuştin.
Hevşaredara Elbakê Aynur Tarhan diyar kir ku wan ji bo navçeyê ji qirêja zivinstanê pak bikin dest bi vê kampanyayê kirine. Aynur da zanîn ku ji ber heger qirêjiya ji dema zivistanê mayî neyê pak kirin dê havînê rê li ber nexweşiyan veke. Aynur destnîşan kir ku dê bi gelê Elbakê re dest bidin hev û bi awayekî zananbûn vê kampanyeya xwe berdewam bikin.
(zt)

