Dayîkên Aştiyê: Bang li PDK’ê kir ku dest ji êrîşan berdin
11:58
JINHA
AMED – Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê bi boneya şermezarkirina êrîşen PDK’ê yên ser saziyên kurdan û Wargeha Mexmûrê û helwesta rejîma Îranê ya dardekirina siyasetmendarên kurd daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Havva Kiran got: “Karên ku îro ji aliyê PDK’ê ve tê kirin hewldanek ji bo têkbirina pêvajoya Aştiyê ye. Divê em ji bo van kirinan şiyarbin. Ji ber ku me gelek bedel dane heya em gihiştine van rojan. Banga me ji Hikûmeta Fedral ya Kurdistanê ewe ku destê xwe ji van êrîşên qirêj bedrin.”
Meclisa Dayîkên Aştiyê a Amedê bi wesîleya şermezarkirina êrîşên ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Fedral a Kurdistanê ve ser saziyên kurdan yên demokratîk û Wargeha Mexmûrê hatîn despêkirin û dardekirinên siyasetmendarên kurd ji aliyê rejîma Îranê ve daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hejmarek zêde dayîk amade bûn. Li ser navê dayîkan Havva Kiran daxuyanî da. Hawa diyar kir ku ev kirinane hewildanên ji bo xirakirina pêvajoya aştiyê ne û wiha got: “karên ku îro ji aliyê PDK’ê ve tê kirin hewldanek ji bo têkbirina pêvajoya Aştiyê ye. Divê em ji bo van kirinan şiyarbin. Ji ber ku me gelek bedel dane heya em gihiştine van rojan.”
‘Li her derê pergala deshilatdar êrîş dike’
Herwiha dayika Hawa balkişand ser ji aliyê rejîma îranê ve dardekirina siyasetmendarên kurd û wiha Axifî: “ diyare ku îro hemû pergalên desthilatdar bi hovane nêzî kurdan dibin. Em weke Meclisa Dayikên Aştiyê bang li Cîhanê dikin ku van bila li hemberî van kirinên dermirovane yên ser gelê kurd tên kirin bêdeng nemînin. Bila cîhan çav û guhê xwe ji van kirinan re negirin. Duh jî li ser sînorê Rojava jinek ji aliyê pergala deshilatiya mêran ve hat qetilkirin. Li her derê heman deshelatiye êrîş dikin. Din ava du rojan de Hikumata Herêma Federala Kurdistanê Endama Yekîtiya Star Nujîn der sînor dike. Li aliyê dinê jî dayîka 2 zarokan ser sînorê Cizîrê hat qetilkirin. Ji ber wê jî heman pergale êrîşî jinan û saziyên kurdan dikin. Ji ber van sedeman jî em bang li Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê dikin bila destê xwe ji van êrîşên qirêj berdin.”
(şh/zt)

