Jin hunerê xwe yê dest di kermes de pêşan didin
14:55
JINHA
AMED – KADEM’ê berhemên xwe yê dest ê salekê di konê Kermes yê li Ulu Camiyeyê hatî vekirin de pêşkêş kirin û dê het êvarî vekirî bimîne. Di kon de Hevşaredara Surê Fatma Şikbarut axaftinek kir û got: “Li vêderê em dibînin ku jin çiqasî xwediyê hunerek bedewin. Ji bo pêşxistina van hunerên bedew amê herdem li gel jinanbin.”
Navenda Piştevaniya Jinan ya Şaredariya Surê (KEDEM) ê berhemên xwe yê salekê ji bo firotinê pêşkêş kirin. Li ser rêya Ulu Camiyê ya navçeya Surê ya Amedê konê Kermes hat vedan. Di kon de berhemên dest yên jinan hatin pêşandan. Di derê kon de afîşa bi sernivîsa “Navenda Piştgiriyê ya Jinê” hatiye hilawistin. Berhemên jinan yên salekê di Kermesê de tên pêşkêşkirin. Armanva vekirina kon jî ji bo dahata wê ji aboriya perwerdeya jinan re bixebitînin. Dê îro heta êvarî kon vekirîbe. Jinan eleqeyek mezin nîşanî kermesê dan. Hevşaredara Surê Fatma Şikbarut û aktîvîstên DOKH’ê jî beşdarî kon bûn û alîkarî dan jinan. Di kon de Hevşaredara Surê Fatma Şikbarut axaftinek kir. Fatma diyar kir ku jin di kermesê de hunerê xwe pêşkêş dikin û got: “Dema ku mirov li kermesê dinêre dibîne ku jin çiqasî xwediyê hunerekî serkeftîne.”
‘Şaredarî li gel jinane’
Fatma wiha domand: “Li vêderê em dibînin ku jin çiqasî xwediyê hunerek bedewin. Li vêderê tê dîtin ku çawan bi şêweyên cuda cuda hunerên xweşik pêşkêş kirine. Em li vêderê dibêjin ku ji bo pêşxistina van hunerên bedew amê herdem li gel jinanbin.”
‘Divê hemû jin kermesê ziyaret bikin’
Xebatkara KADEM’ê Medîne Olçer jî anî ziman ku ev 6 mehe KADEM hatiye avakirin û xwediyê 4 şaxane û wiha got: “Em berhemên xwe yên salekê îro di kermesê de nîşan didin. Hunerê dest yê jinan yê ku xwediyê dîrokek kevnareye. Ev demeke jin li ser dixebitin û berhemên baş û bedew amadekirine. Dê heta êvarî kermes vekirîbe. Em hêvîdarin ku hemû jin bên kermesê ziyaret bikin û hunerê jinan yên bedew bibînin.”
(zt)

