116 saziyên TSK a yê helwesta PDK’ê ya êrîşkar şermezar kirin

16:18

JINHA


AMED - Bi boheya şermezarkirina êrîşên PDK’ê ser saziyên kurdan KCD’ê daxuyaniyek dan çapemeniye. Serokê KURDÎ –DER’ê Sabahattin Gultekîn daxuyanî xwend û got: Gelê kurd ê ku ji gelên herî qedîm ê xaka Mezopotamyayê ye, di du sed salên dawî de bi komkujî û êşên gelek giran re rû bir û maye. Çavê gelê kurd di ax û mafên tu gelî de nîn e. Tenê dixwaze wekî hemû gel û neteweyên din, bi nasnameya xwe di nav wekhevî û azadiyê de bijî.” 


Bi boneya şermwzarkirina êrîşên PDK’ê ser saziyên kurdan ji aliyê Kongireya Civaka Demokratîk (KCD) ê ve daxuyaniyek hat dayîna çapemeniyê. Daxuyanî li ber avahiya KCD’ê hat dayîn. Di daxuyaniyê de endam û rêvebirinê 116 saziyên sivîl yên Amedê û gevahiya herêmê amadebûn. Li gel wan jî Hevseroka Navenda BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Hevşaredarên Bajarê Mezin yê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, endamên saziyên Amedê yên weke Navendên çandê, KURDÎ-DER, STK, saziyên jinan yên girêdayî têkela DOKH’ê jî din av de gelek kes beşdarbûn. Daxuyanî ji aliyê gelek xebatkarên çapemeniyê ve hat şopandin. Di daxuyaniyê de panqartên weke “Em nebin yek emê biçin yek bi yek” û “Ey Barzanî Kurdistan yeke parçe neke ev îxanete” hatin vekirin. Li ser navê beşdarvanan. Sabahattin diyar kir ku ev du sedesalin gelê kurd bi qirkirinên mezin re derbasbûn.


‘Gelê kurd naxwaze carekedinê van komkujiyan bijîn’


Sabahattin balkişand ser kevnarebûna gelê kurd ya li ser vê erdnîgariyê û wiha got: “Gelê kurd ê ku ji gelên herî qedîm ê xaka Mezopotamyayê ye, di du sed salên dawî de bi komkujî û êşên gelek giran re rû bir û maye. Mêtingeran xwestiye ku dîroka gelê kurd veguherînin dîroka qetlîam û êşan. Gelê kurd ê ku naxwaze careke din van komkujî û êşan bijî, bi rêxistin û berxwedêriya xwe, xwe ji nû ve diafirîne.”


‘Çavê gelê kurd dia x û mafê tu gelan de nîne’


Sabahattin axaftinên xwe wiha domand: “Çavê gelê kurd di ax û mafên tu gelî de nîn e. Tenê dixwaze wekî hemû gel û neteweyên din, bi nasnameya xwe di nav wekhevî û azadiyê de bijî. Li hemberî vê xwesteka gelê kurd a însanî,demokratîk û gerdûnî, tehemul nayê kirin û êrîşên li hemberî destkeftiyên gelê kurd didomin.”


‘Li Rojava Xweseriya Demokratîk tê avakirin’


Sabahattin anî ziman deshilatên serdest çavnebariyan li şoreşa Rojava dikin û wiha berdewam kir: “Darvekirinên Îranê ku gihiştine asta komkujiyê, êrîşên li hemberî Rojava, mînakên berbiçav ên vê bêtehamuliyê ne. Di pêvajoya têkoşîna azadiyê de, gelê kurd bi gelên din ên Rojhilata Navîn re li Rojavayê Kurdistanê modeleke mînak a xweseriya Demokratîk ava kiriye.  divê gelê Kurdistanê û gelên Rojhilata navîn li van destkeftiyên Rojava xwedî derkevin û biparêzin.”


 ‘Bihêzbûna yekîtiya gelê kurd xwedî giringiyeke dîrokî ye’


Sabahattin wiha pêdeçu: “Mayîndebûyina destkeftiyên gelê kurd, di heman dermê de tê wateya pêşketina aştî û demokratîkbûna Rojhilata Navîn jî. Ji bo vê,  bihêzbûna yekîtiya gelê kurd, xwedî giringiyeke dîrokî ye.”


‘Divê  Kongreya Neteweyî ya kurd bihata lidarxistin’


Sabahattin balkişand ser helwesta PDK’ê û wiha domadn: “Di vê pêvajoya dîrokî de, ji bo valaderxistina êrîşên li hember destkeftiyên gelê kurd, ku divê  Kongreya Neteweyî ya kurd bihata lidarxistin û ji ber helwesta PDK’ê heta niha pêk nehatiye, ambargoya PDK’ê ya li hember Rojava, polîtîkayên kolandina erxan û hwd.”


Dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê, bi tu awayî nayê qebûlkirin’


Sabahattin wiha bilêvkir: “Li Hewlêr, Duhok û Zaxoyê serdegirtinên PDK’ê yên li hember gelek saziyên kurdan û dîsa binçavkirina gelek kesan û dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê, bi tu awayî nayê qebûlkirin. Di bingeha xwe de ev êrîş,serdegirtin û binçavkirin li hemberî hemû Partî û Saziyên gelê Kurd in. Ev serdegirtin û binçavkirin, dişibin operasyonên qirkirinên siyasî ku di bin navê KCKê de li Tirkiyeyê li hember Partî sazî û rêxistinên gelê kurd hatibûn lidarxistin.”


‘Peyîwendiyên aborî û siyasî di nava AKP û PDK’ê de bipêş dikevin’


Sabahat tin wiha berdewamî da axaftina xwe: “Tê zanîn ku di demên dawî de têkiliyên aborî û siyasî yên di navbera AKP û PDK’ê de bipêş dikevin. Piştî van pêşketinan, pêkhatina van operasyonan watedar e. Em di pêvajoyeke dîrokî de ne. Di vê demê de, ev polîtîkayên ku zirareke mezin didin têkoşîna azadî û demokrasiya gelê kurd, nîşaneya xeflet ye.”


Em wekî saziyên sivîl tu carî rê nedin ferasetên sîyasî, aborî û malbatî’


Sabahattin wiha pêde çu: “Bi van polîtîkayên xwe, PDK zirareke mezin dide dahatuya Rojhilata Navîn û siberoja gelê kurd.a azad. Divê PDK ji van polîtîkayên xwe yên şaş û li dijî yekîtiya gelê kurd, demekê berî ya din,dev bedre.Kesên ku hatine binçavkirin demek zûtirîn serbest werin berdan.Ji ber van polîtîkayên xwe yên çewt û dijberker ji gelê kurd Em wekî saziyên sivîl ên kurdistanî dibêjin ku, bila herkes bizanibe em ê tu carî rê nedin,feresetên sîyasî ku destkeftiyên xwe yên aborî û malbatî, ji ser destkeftiyên neteweyî re digirin û zirarê didin yekîtiya neteweyî. Em vê helwesta PDK’ê şermezar dikin û bang li hemû saziyên civakî û siyasî yên kurdistanî dikin ku,li hember polîtîkayên PDK’ ê yên ku hêzê nadin yekîtiya neteweyî, dengên xwe bilind bikin û helwesta xwe nîşan bidin.”


Hevseroka Navenda BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî daxuyanî bi tirkî xwend û paşê jî bi dawîbû.


(zt)