Di nava Sendikayan de jin hêza guherînêne

09:38

Derya CEYLAN / JINHA


AMED – Weke hemû cîhanê pergala deshilatyê xwe din ava sendîkayan de jî bi cîh kiriye. Sendîkayan jî  din ava xebatên xwe de rolek pasîf dane jinan. Endamên Meclisa Jinan ya Egîtîm Sen ê ya ku berî niha du salan hatî avakirin diyar kirin ku divê zêdetir jin bên rêxistinkirin. Endamên meclisê dan zanîn ku dê ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan bi hemû kesîmên ciakê re bên bahev.


Bi despêka pergala kaputalîzmê re karkeran li hemberî bêmafiyê ji bo 8 saetan karkirinê û muçeyekî wekhev girtinê bi awayê sendîka xwe bi rêxistin kirin. Lê din ava van sendîkayan de cîh nedan jinan. Karkerên mêr yên ku nexwestin jin din ava sendîkayan de cîh bigirin. Ev helwesta wan bû sedema kêmkirina muçeyê karkerên jin û tevlîheviyan. Di tevahiya cîhanê de ji salên 1970’an de bi hewilsanên rêxistinên feminist re hem di jiyana kar de hejmara jinan zêdebû û hem jî di rêveberiyên sendîkayan de hinek guherîn çêbûn. Yek ji saziyên sendîkayan ya Tirkiyê Egîtîm Sen hewil dide xwe ji van nêzîkatiyên zayendî xelas bike. Du sal berê Şaxa Egîtîm Sen a Amedê Meclisa Jinan avakir. Endama Meclisa Jinan ya Şaxa Egîtîm Sen a Amedê Arîn Zumrut destnîşan kir kul i gorî ku endamên Egîtîm Senê yên jin bi qasî 3 hezarane jî, lê dîsan din ava sendîkayan de zindî xebitîn û di asta rêveberiyê de hejmarekî pir kêm heye. Arîn derbirî ku ji bo polîtîkaya sendîkayan bê guherîn divê din ava hemû saziyên sendîkayan de meclisên jinan bên avakirin.


‘Di sendîkayan de keda jinan nayê dîtin’


Arîn diyar kir ku sendîkayên Tirkiye û tevahiya cîhanê bi hişmendiyek mêrane hatine avakirin. Arin da zanîn ku sendîka niha din ava pêvajoyek ya nirxandina rêveberiyên hevbeş û hevserokatiyê dene. Arin anî ziman ku keda jin din ava sendîkayan de didin nayê dîtin û got: “Xebatên jinan yên din ava sendîkayan de ji sala 1995’an heta niha bi sînor berdewam dike. Ji salên 2002’an vê êdî hinekî bawerî bi sekreterbûna jinan hatiye dîtin. Di heman demê de di asta komusyonan de xebatên jinan hetin rêvebirin. Lê her ku ç udi asta komusyonan de rêjeya jinan kêm bû.”


‘Divê girêdayî rêxistinên jinan xebat bên kirin’


Arin destnîşan kir ku Şaxa Etîgîm Senê ya Amedê nêzî 10 hezar endamên wê hene û ji wan jî 3 hezar jinin. Arin bilêv kir kul i gora hêjmara endamên Egîtîm Sen ê yên jin rêjeya jinên zindî din av de dixebite kême û wiha got: “Ji ber dema Meclisa Jinên Etîgîm Senê nehatî avakirin rêjeya jinên beşdarî çalakiyên Egîtîm Senê dibûn kêmbûn, me li gel pisporekê anketek girêdayî wê mijarê çêkir. Me dît ku divê ne tenê di saziyên civakî de di hemû navendên kar de jin rêxistina xwe zêdebikin û ev pêdiviyek serekeye.”


‘Me li gel saziyên jinan biryarên hevbeş girtin’


Arin derbirî ku ji bo avakirina meclisa jinan wan li gel saziyên jinan biryerên hevbeş girtine û wiha domand: “Tenê jin ne di saziyên civakî de dixebitin. Her wiha din ava malê de jî karbeşiyekê dikin. Ji ber karên xwe yên zêde dem nabînin tevlî çalakiyên sendîkayan bibin. Ji bo kêmkirina van rewşan em xebitîn. Me di van mijaran de li ser mînakên cîhanê lêkolîn kir û zêdetir em dikarin çî bikin me bernameyek amadekir.”


‘Di sendîkayan de guherîn şerte’


 Endama Meclisa Jinan ya Egîtîm Sen Fatma Gulçiçek jî diyar kir ku sendîka peyîwira xwe ya li gora serdemê rola xwe nalîze. Fatma da zanîn ku divê guherînên din ava rêveberiyên herêmî de tên kirin bandora xwe li sendîkayan jî bikin û got: “Divê sendîka lig ora demokrasiyê li herêman binêrin. Rewşa ku niha sendîka di navê dene rewşeke paşdemayiye. Em jî ev demeke ji bo tevlîbûna jinan ya di hemû qadan de nirxandinan dikin û dibînin ku welatî ji pergala hiyerarşiyê bi bertekin. Her çendî neweke dewletê jî be lê hiyerarşiya di nava sendîkayan de jî tê hîskirin. Ji ber wê jî divê pergala hiyerarşiyê ji nava sendîkayan rabin.”


‘Bi avabûna meclisên jinan re hinek pirsgirêk hatin derbas kirin’


Fatma destnîşan kir ku dinava sendîkayan de hatina jinan ya gelhev kêm maye. Fatma anî ziman ku bi avakirina meclisan re ve pirsgirêk kêmbûn û wiha got: “Dema kum e meclis avakirin, ew komên jinan yên belav me komî ser hev kirin. Me li Erxeniyê şaxa xwe avakir. Me li Pîran, Farqîn û Bismîlê jî komên xwe avakirin. Ev hevalên me yên jin jî dixwazin tevlî pergala meclisan binin.”


Bi avakirina meclisan re xebatên nava sendîkayan de pêşket’


Fatma derbirî ku bi avakirina meclisan re xebatên nava sendîkayan de jî zêdetir pêşket. Fatma bilêv kir k udu armancên meclisên jinan hene û wiha domand: “Armanca yekem bi pergalek berfirehtir xebirîn. Xebatên me bên runiştin, di aliyê civakî û siyasî de em bi hev re din ava şêwirmendiyekê debin. Armanca duyemîn jî di aliyê xebatên pratîkî de cîh girtin. Li gorî pirsgirêkên welat xebat birêvebirine.”


 (zt)