Jin li gundê xwe vedigerin û ji nû de gundê şewitî avadikin
09:44
Bêrîtan ELYAKÛT / JINHA
MÊRDÎN – Gundiyên gundê Xirabekure yê girêdayî Şemrexê yên ku di sala 1993’an de gundê wan hatine xirakirin û ji gundê xwe koç kirine vedigerin gundê xwe. Di şer de yên ku herî bandor bûne jinin. Yên ku li axa xwe vedigerin jî cardin jinin. Hasîme Koldaş piştî koçberiya bi salan vegeriya ye gundê xwe ji nû ve avadike. Hasime got: “Gund û axa me ji me dizîn. Lê menekarî dev ji axa xwe berdin. Li axa xwe xwedîderketin, di heman demê de li dîrok û nasnameya xwe xwedîderketine.”
Di salên 1990’an de ji ber polîtîkaya tundî û bişaftinê bi hezaran welatî neçarmane gundên xwe berdane. Bi despêkirina “Pêvajoya Çareseriya Demokratîk” ya ku ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatî despêkirin re vedigerin gundên xwe. Welatî hewildidin wendahiyên di şer de dane di pêvajoya çareseriyê de cardin bi dest bixin. Şaristan Kaya û Hasibe Koldaş yên ku ji gundê Xirabêkure vegeriyane gundê xwe. Ew gundê xwe yê wan yê hatî wêran kirin ji nû ve çêdikin. Şaristan Kaya diyar kir ku dema koç kirine di nava bajaran de gelek zorî kişandine û wiha got: “Em ji ser axa me derxistin. Jiyana me ser û bin kirin. Lê emê dest ji axa xwe nehêlin û li tu cihên dinê jiyan nekin.”
‘Ew gundê mey ê hatî xirakirin em ji nû ve avadikin’
Şaristan anî ziman ku ew gundê xwe yê xirabe ji nûve avadikin û wiha domand: “Em naxwazin gundê me tune bibe. Di dema me li gundê xwe jiyan dikir em şanazbûn. Em mehtacî kesê nedibûn. Me li ser axa xwe jiyan dikir. Dema ku gundê me xira kirin, em neçar man koç bikin. Despêkê me koçî Amedê kir ku paşê jî me koçî Stenbolê kir. Lê em ketin nava bajarek û çandek biyanî. Me tiravmayên giran jiyan kir. Hînî jiyana metrepolan bûyîn wiha hêsan nîne. Me qet nekarî em tevlî wê jiyanê bibin. Lê em neçarbûn hîn bibin. Ji ber wekedinê çareya me nebû. Jiyana bajar mîna ya gundan nexweşe. Di aliyê nerênî de jiyana zarokan bandor dike û rê li pêşiya tehlîkeyên jiyanê vedike.
‘Tu niyeta me ya ku gundê xwe ji hinekedinê re bihêlin nîne’
Şaristan wiha got: “Em dixwazin jiyana xwe ya mayî li gundê xwe berdewam bikin. Dema ku em mirin jî dê evder weke wesyet ji zarokên mere bimîne. Dê ev der bibe cihê çun û hatina zarokên me. Ji xwe tu niyeta me ya em gundê xwe ji hineke dinê re bihêlin nîne. Em divê di vê demsala bûherê de li gundê xwebin û din ava bax û bîstanên xwe de bixebitin. Dema ku em din av de ne xebitin dê giyayên neyê xwarinê tevlî bibe û êdî ji wan giyayan rizgarbûna bîstan zor dibe. Dema kum e axa xwe pak kir tiştên bûharê çand emê vegerin Stenbolê gel zarokên xwe. Piştî 3 mehên dinê cardin vegerin fêkiyên daristanên xwe biçinin. Em ji gundên me derxistin û jiyana me serubin kirin. Lê emê vegerin gundê xwe û axa xwe nehêlin.”
‘Li ber çavê me gundê me tune kirin’
Hasibe Koldaş da zanîn ku 22 sal berê gundê wan hatiye xirakirin û bi zorê koçî Amedê kirine û wiha domand: “Wê demê me panzerek şewitandin. Li peyî wê leşkeran êrîşî gundê me kirin. Ji bo çî kirin sedem jî negotin. Em paşê hînbûn ku ew difikirin gerillayên çalakiyan dikin em vedişêrin. Ewqas bi nefertekê hatin ketin gund. Bêyî ku bêjin ev jine, zaroke pîre, ajale hema hemû derxistin û li ber çavên me agir berdan gundê me. Dema kul i ber çavên me gundê me dihat tunekirin û tuştek jî ji destê me nedihat. Tenê me rondikên çavan dibarandin.” Hasibe bilêv kir ku dema gundê wan şewitandine hemû gundiyan zarokên xwe girtin û berbi bajar ve koç kirin û wiha berdewam kir: “Em diçin cihekî em nizanin û hîn nebûne. Em hewil didin ji neçarî ber jî hînî wê jiyanê bibin. Wê demê li hemberî hemû tehlîkeyan em hewil didan xwe biparêzin.”
‘Li axa xwe xwedîderketin li dîroka xwe xwedîderketine’
Hasibe balkişand ser piştî koç kirine zoriyên ku kişandine û wiha pêde çu: “Di dema pêş de me biryar da ku vegerin gundê xwe. Me ji nû de axa xwe zindî kir. Em cardin hewil didin pêdiviyên xweyên malê ji berhem axa xwe bigirin. Jiyana gund ji ya bajar xweştire. Em li gund dibin ayîdê xwe. Li gund em din ava xwezayêdenin. Em li vêderê her kes hev nasdikin û bi hev re dijîn. Lê bajar wiha nîne. Li bajar em biyanî û ew j ime biyanî. Em û bajar ne hev nasdikin û ne jî hev dipejirînin. Di hevpejirandinê de em herdu jî zoriyê dikîşînin.” Hasibe vegera gund wiha pênasekir: “Em bi tuştên ayîdê xwe ango gundê xwe şanazin. Gund û axa me j ime dizîn. Lê me dest ji axa xwe berneda. Bila kes dest ji axa xwe bernedin û lê xwedî derkevin. Li axa xwe xwedî derketin, li dîrok û nasnameya xwe xwedîderketine.”
(zt)

