Şahida Qirkirina Geliyê Zîlanê ya 101 salî …

11:20

Mizgin Tabu/JINHA


WAN – Şihida zindi ya kirqirina Zîlanê ya di tîrmeha sala 1930’an de hatî kirin Fatma Îşleyen ya 101 saliye. Fatma êşên wêdamê yên ku wijdanê mirov tehmûl nakin vegot. Fatma diyar kir k udi dame qirkirina Zîlanê de ew 7 salî bûye û got: “Êrîşî ser 10 gundên girêdayî Erdîşê kirin. Her 10  gund vegerandin cehnemê. Li hemû aliyên gund cenaze û xwîn hebû. Bi tuştek mîna satorê ketin nava gund û di her 10 gundan ne mirov qetilkirin. Her kes qetilkirin. Kes nehêlan. Deshilatên wê demê ew mirov hemû qetilkirin. Serê hemû gundiyan jêkirin.”


Qirkirina Zîlanê yek ji lekeyên dîrokiyên dîrokêye. Jin, zarok hemû kes din av hev de qetilkirin. Di sala 1930’an de di dema Serhildana Agiriyê de di bin fermandariya Ferik Salih Omurtak de artêşek hatibû avakirin. Di wê demê de derbazî Geliyê Zîlanê yê girêdayî Navçeya Erdîşê ya Wanê dibin. Di dema qirkirina Geliyê Zîlan de di wan gundan de hemû mirov serî jêkirin. Yek ji şahidên zindi yê wê demê jî Fatma Îşleyen qirkirinên wê demê û zoriyên jiyan kirine vegot. Fatma niha 101 saliye û li heman gundê lê qirkirin hatiye kirin dijî. Fatma diyar kir ku ji wê demê heta niha tenê êş û axîn li şona wan maye.


‘Bi amêrek weke satorê bi hezaran mirov qetilkirin’


Di dema qirkirinê de Fatma 7 salî bûye. Fatma da zanîn ku hukimdarên wê demê êrîşî 10 gundên Erdîşê kirin. Fatma  navê wan gundan wiha da rêzê “Kilise, Yekmal, Hesenabdal, Exs, Doganci, Şorik, Nurşit, Kinduk, Boynuzlu û Darko” Fatma wiha axaftina xwe domand: “Ev her 10 gund vegerandin cehnemê. Li her devera gund cenaze û xwîn hebû. Bi amêrek weke satorê ketin nava her 10 gundan û serê mirovan jêdikirin. Her kes qetilkirin. Li wan gundan tu kes nehêlan. Hikumet û deshilatên wê demê ew mirov hemû qetilkirin. Serê hemû gundiyan jêkirin.”


‘Ji bo em nemirin em ketin bin koxikê  malekê’


Fatma destnîşan kir ku wê demê wê bi xwe di gundê Kilîse de jiyan dikir. Fatma derbirî ku lig ora gundên dinê, li gundên wan hinekî din kêmtir mirov hatibûn qetilkirin. Fatma anî ziman ku ji bo leşker wan negirin û serî jênekin wan xwe veşart û paşê revîn navenda Erdîşê û wiha berdewam kir: “Em ji nava cenazeyan û xwînê reviyan. Em li Erdîşê ketin nava koxikê malekê û me xwe veşart. Em di tirsan kum e jî bibînin û serî jê bikin. Ji ber wê jî bi şev û roj em digiriyan. Ez din ava mirovên serjêkirî de digevizîm. Em ji wî koxikî derketin û me xwe xiste ber dîwar. Mêrek ber bi meve hat û got: ‘Kîjan kafiran hun xistine vî halî’ û em birin mala xwe. 7 salan wê malê l ime nêrî. Em ji nava xwînê û cenazeyan rizgar kirin.


‘Kesê cesaret nedikir cenazeyên xwe bigire yan bisipêre axê’


Fatma diyar kir ku ewê tucarî wan bûyeran ji bîr neke. Fatma da zanîn ku kirinên wê demê ne layêqî mirivanin. Fatma bilêv kir ku vê axê gelek êş dîtiye û wiha got: “Jinek zaroka wê di landikê debû, zaroka xwe derxisti, da ber milê xwe texlîtê miriyan kir û wiha xwe rizgarkir. Destê mirovan bi hev ve girê didan û wiha qetil dikirin. Dewlet û hikumet diketin nava mirovan û mirov qetildikirin. Cenazeyê her kesê li erdanbû. Kesê cesaret nedikir cenazeya bigirin yan jî bispêrin axê. Cenaze yek du nebûn bi hezaran mirov bûn. Xuda wê bi serê kesê neyîne. Di 10 gundan de serê mirovan jêkirin û koka wan ziwa kirin. Hinekan bi revê karîn xwe rizgar bikin. Yên ne revîn jî serê hemûyan jêkirin.”


‘Heger gerilla nebûye dê gelê kurd jî nebana’


Fatma destnîşan kir ku jiyan niha lig ora ya berê pir hêsan bûye. Fatma derbirî ku niha rehetiya wan bi saya tekoşîna netewiya gelê kurd ya 30 salane. Fatma anî ziman k udi wê demê de ji qetilkirina mirovan zêdetir tuştek nebû û wiha domand: “Di dema berê de dema ku leşker diketin nava gund jin ji tirsan ji malê dernediketin. Dema ku leşkeran jinek bedew didîtin li gel xwe dibirin. Lê niha leşker newêrin xwe tevlî wan karan bikin. Wê demê wihabû. Dema ku gerillayên li çiyê nebana dê niha gelê kurd jî nebana. Bi saya Serok Apo û gerilla em wiha rehetin. Ya kum e kişandiye bila kes nekêşe.”


Teyzem wan pêvajoyan bi êş vedibêje’


Gulazer hem xarziya yadê Fatmaye û hem jî bûka wêye. Gulazer jî diyar kir ku xaltiya wê Fatma her dem wan qirkirinên wê demê ji bo wan dibêje. Gulazer anî ziman ku ew gelek bi wan qirkirinên xaltiya wê dibêje bandor bûye û wiha berdewam kir: “Xaltiya min dibêje mirovên dihatin qetilkirin av û xwarina wan nebû. Ji xwe niha temenê wê jî gelek mezine êdî her tişt bi bîra wê nayê. Di dema qirinê de xaltiya min li gundbû. Di wê demê de leşker hatine gund û bang kirine ‘bila her kes li meyîdana gund kom bibin’ paşê jî  leşkerekê hinek gule berdaye hewayê û gotiye ‘birevin dê we hemûyan qetilkin.’ Paşê jî leşkeran dest bi serjêkirin û parçekirina laşê gundiyan kirin.” Gulazer bilêv kir ku gelê kurd pir hatine qetilkirin û êşên giran jiyan kirine û wiha axaftina xwe domand: “Heta niha jî zilm û bêmafiyê li gelê kurd dikin. Niha jî zarokên me qetildikin û di avêjin girtîgihan. Xuda me bê Serok Apo nehêle. Dema ku ew nebûn em her dem dibin zilm û zorêdebûn.”


 (zt)