Li Okmeydan ê polîsan mudaxele kir û kesek giran birîndarbû

14:00

JINHA


STENBOL  - Xwendekarên endamên Lîselî Dev Genç ji bo Berkîn Elvan çalakî li dar xist û polîsan bi bombeyên gazê êrîş li xwendekaran kir. Di dema mudaxeleyê de Ugur Kurt (27) ê ku li baxçeyê Cemxaneyê ji bo tevlî cenazeyê du xizmên xwe bibe disekînî bi guleya polîsan birîndar bû û talukeya wî ya jiyanê heye.

Li taxa Okmeydani ya navçeya Şîşlî ya Stenbolê xwendekarên endamên Lîselî Dev Gençê xwestin ji bo Berkîn Elvan ê ku di dema berxwedana Parqa Gezî de bi bombeya gazê ya polîsan jiyana xwe ji dest da çalakiyê li dar bixin. Polîsan mudaxele li xwendekaran kir. Piştî xwendekaran jî bersiva polîsan da pevçûnan dest pê kir. Di dema pevçûnan de ciwnanê bi navê Ugur Kurt (27) ji ber guleya polîsa a rast ji stuyê xwe birîndar bû.

Ugur ê ku ji serê xwe birîndar bû ji aliyê welatiyên derdorê ve mudaxeleya yekemîn lê kirin û pişt re rakirin Nexweşxaneya SSK'ê ya Okmedaniyê. Hate hînbûn ku talukeya Ugur ê ku li beşa lezgînî tê girtin berdewam dike.

Hate hînbûn ku Kurt ji bo cenazeyê du xizmên xwe hatibû baxçeyê Cemxaneya Okmeydani. Xizmên Ugur bertek nîşanî polîsan dan û wiha gotin: "Li ber Cemxaneyê li Ugur xistin. Ji ber ku em elewî ne êrîşî me dikin."

Bûyerên Okmeydani berdewam dikin.


(zt)