‘Em ji tiştên li Kurdistanê tên jiyîn bi gumanin’

14:16

JINHA


AMED - Baroya Amedê, Odeya Bazirganî û ÎHD jî di nav de 7 nûnerên saziyên civakî yên sivîl nerazîbûn nîşanî serdegirtin, binçavkirin û hewldanên girtina saziyên Kurdan ji aliyê PDK'ê ve dan. Li ser navê saziyan Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî axivî û got, "Em girtina saziyên siyasî, sivîl û rojnamevaniyê yên di demên dawî de li li Başûrê Kurdistanê de rast nabînin. Weke saziyên sivîl ên li Amedê em bi fikar û guman tengezariya navbera rêxistin û saziyên siyasî yên Kurd dişopînin."


Nûnerên Baro, ÎHD, Mazlûm-Der, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê, Komeleya Karsaz û Pîşesazên Rojhilat û Başûrrojhilat, Odeya Tabîban û Komeleya Karsaz û Pîşesazên Amedê hatin cem hev û bi daxuyaniyekê zext û zordariyên li Başûrê Kurdistanê li saziyên Kurdan tên kirin şermrezar kirin. Li ser navê saziyan Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî daxuyanî da û diyar kir ku ew serdegirtin, binçavkirin û hewldanên girtina saziyên Kurdan ji aliyê PDK'ê ve, rast nabînin û wiha axivî:


‘Divê hurmetê nîşanî mafê azadiya raman û rêxistinbûyîna hev bidin’


Tahîr wiha got:"Weke saziyên sivîl ên li Amedê em bi fikar û guman li tengezariya navbera rêxistin û saziyên siyasî yên Kurd dişopînin. Girtina saziyên siyasî, sivîl û ajansên karê rojnamevaniyê dikin, em weke pêkanînên şaş û nayê qebûlkirin dibînin. Em, nûçeyên li ser qedexekirina ketin û derketina Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku 11 hezar sivîlên ji şerê li Kurdistanê mexdûr lê dijîn, bi awayekî matmayî dişopînin. Saziyê siyasi yên Kurd, çi li Başûr, çi li Rojava çi jî li Bakurê Kurdistanê divê li her herêma Kurdistanê karibin xwe li hev ragirin, hurmetê nîşanî mafê azadiya raman û rêxistinbûyîna hev bidin."


‘Em bang li saziyên Kurdan dikin ku vê bendewariya gel bibînin’


Tahîr da xuyakirin ku Kurdan di demên bihurî de êşên giran kişandine û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Yek ji bûyerên bi êş ên di dîroka Kurdan de rû daye û civaka Kurd naxwaze bîne bîra xwe, bûyerên weke ‘birakujiyê’ hatine binavkirin e. Em bang li tevahiya saziyên siyasi yên Kurdan dikin ku vê bendewariya gel bibînin û tavilê dest ji pêkanînên tengezariyê zêde dike, berdin. Saziyên siyasî û sivîl ên gelê Kurd, ku bi sedan salan rastÎ neheqî û zilmê hatiye, pêwîste bi taybetÎ di demeke bi vî rengî de piştevaniya hev bikin."


(zt)