'Em bi jinan re gav gav bihêz dibin'

08:51

Bêrîvan SUMER / JINHA


COLEMÊRG – Li Geverê Navenda Şêwirmendiya Jinan ya Sosin hewil dide ku ji pirsgirêkên jinan re bibe hêza çareseriyê. Bi xebarên xwe jinan bi rêxistin dike. Girêdayî xebatên xwe yên di nava Navenda Şêwirmendiya Jinan ya Sosinê de Civaknas Elîf Berfîn Karaman axivî û got: “Bi xebatên xwe me kariye em gelek jinan bi rêxistin bikin. Em bi jinan re gav bi gav bi hêz dibin. Em li vêderê hewil didin rêxistina xwe bihêz bikin.”


Di 5’ê Adara sala 2013’an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê Navenda Şêwirmandiya Jinan ya Sosin hatiye vekirin. Navenda Sosin armanc dike ji pirsgirêkên jinên navçeyê re bibin hêza çareseriyê. Berpirsa Navenda Şêwirmendiya Jinan ya Sosinê Civaknas Elîf Berfîn Karaman girêdayî xebatên nava wê de axivî. Elîf diyar kir kul i gel koordînator û sekreter ew 3 berpirsên navendêne. Elîf da zanîn ku ev nêzî salekêye Navenda Sosinê dest bi xebatên xwe yên çareserkirina pirsgirêkên jinan kiriye. Elîf destnîşan kir ku ew herî zêde di aliyê şidet, tacîz, tecawîza ser jinan û îstismara zarokan di rawestin.


‘Gelek jinên kum e bi rêxistin kirine hene’


Elîf qala armanc û din ava xebatên xwe de serkeftinên jinan kir. Elîf derbirî ku ji bo ew jinan tevlî karên civakî bikin û ji malan derxînin ev saleke dixebitin. Elîf anî ziman ku wan bi xebatnê xwe gelek jin bi rêxistin kirine û wiha got: “Girêdayî vê em xwest bi saziyên civakîr re karekê bikin. Di civîna me ya yekê de emê çi bikin me ew nîqaş kir. Bi nîqaşên giring civîna me baş derbasbû.”


Emê seknek alternatîf nîşan bidin’


Elîf bilêv kir ku ew din ava gund û taxên Geverê digerin û perwerdeya zayendiya civakî didin û wiha domand: “Girêdayî zayendiya civakî, hemû awayên şideta ser jin û zaroka emê anketan çêkin. Emê xebatek çawa baştir bikin, di van mijaran de li gel hevalên xwe bicivin û bi hev re nîqaş bikin. Emê li Geverê sekneke alternatîf nîşan bidin.” Di dawiyê de Elîf wiha berdewam kir: “Em ji bo îstismara zarokan, hemû awayê şidet, tacîz û tecawîza ser jinan banga piştevaniyê li saziyên sivîl dikin. Bila piştevaniyê bidin me û em bi hev re dengê xwe bilind bikin.”


 (zt)