Hevserê berê yê hevşaredarê ji bo ku zarokên xwe bigire BDP’ê bi kar tîne

09:09

Sarya Gozuoglu - Sherin Hisso / JINHA


AMED  - Hevserê Havşaredara Karazê Bêrîvan Kiliç yê berê Maşuk Ture ji ber ku Bêrîvan BDP yiye  wê weke hincet nîşan dide û ji bo girtina rayeya her du zarokên xwe doz vekir. Doz li Dozgeriya 2’emîn Dadgiha Malbatan ya Amedê hat vekirin. Di dozê de Maşuk Ture xwest rayeya her du zarokên xwe Furkan ê 16 salî ku berastenge û Emreyê 12 salî bigire. Girêdayî mijarê Hevşaredara Karazê Bêrîvan diyar kir ku ji ber ji meha çile ve muçeyê zarokên xwe yê berasteng digire, armanca hevserê wê girtina wî muçeyî û rehet ne hêlana wêye.


Hevşaredara navçeya Karazê ya Amedê Bêrîvan Kiliç hîna 15 salî bi kurê xaltiya xwe re zewiciye. Di pêvajoya Bêrîvan zewicî maye gelek şidet ji hevserê xwe ditiye. Bêrîvan bi mêrek 10 sal ji xwe mezintir re zewiciye. Di dama li gel hev mane de ji ber şideta zêda Bêrîvanê ji bo berdanê serlêdan kir. Ev 5 salin her du ji hev cuda dijîn. Hevserê wê Maşuk Ture BDP yî bûna Bêrîvanê weke hincet nîşan da û ji bo girtina her 2 zarokên xwe serî li Walîtiyê da. Maşuk Turan li 2’emîn Dadgiha Malbatan doz vekir ji bo girtina rayeya zarokên xwe Furkanê 16 salî ku berastenge û Emreyê 12 salî taleb kir.


‘Ji bo zarokêm min nekevin xefika DTP’ê ev velayeta zarokên xwe dixwazim’


Maşuk ê xwest zarokên xwe bigire û fikra Bêrîvanê ya siyasî  ku Hevşaredara Hevşaredana Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ê weke hincet nîşan da ji bo girtina rayeya zarokên xwe. Di dema Dadgihê de Maşuk wiha got: “Bêrîvan ji partiya DTP’ê hatiye helbijartin. Ji niha û pêde dê her dem di çalakiyan debe. Ji ber her dem di mitîngandene ji bo zarokên xwe nikare dem veqetîne. Di vê rewşê de zarok di aliyê derunî û civakî de pirsgirêkan bijîn. Ji bo zarokên min ji siyasetê bên parastin û nekevin xefika vê partiyê ez rayeya zarokên xwe dixwazim.”


‘Ji bo muçeyê yê berasteng bigire wiha dike’


Girêdayî mijarê Bêrîvanê da zanîn ku wê li gel parêzera xwe Elîf Îpek Tirenç serlêdana suc kirine. Bêrîvanê destnîşan kir ku ev 5 salin hevsê wê zarokên wê nepirsiye. Bêrîvanê bi lêv kir ku  ji ber ji meha çile ve muçeyê zaroka xwe ya berasteng yê lê nêrînê digire, ji bo wî muçeyî ji wan bigire hevserê wê wiha dike û wiha domand: “Ji ber wî muçeyê wî lawikê berasteng nagire wiha dike. Mirovak 5 salan nexwaze zarokên xwe bibîne. Lê dema ku muçeyê zaroka berasteng derket bixwaze bê wî muçeyî ji wan bigire. Ji ber wê jî rayeya zarokan bixwaze. Hîna tu encamek ji serlêdanê nehatiye girtin. Ew çuye dosyeya zarokê berasteng ji Muduryeta Xizmetên Civaki ya Surê biriye Muduryeta Xizmetên Civaki ya Yenîşehîrê û bi dosyeyan dilîze.”


‘Armanca wî acizkirna mine’  


Bêrîvanê diyar kir ku armanca wî ne girtina rayeya zarokane, baş tê dîtin ku niyeta wî girtina muçeyê zarokê berastenge. Bêrîvanê da zanîn ku ew bibiryare dê zarokên xwe nede hevserê xwe yê berê. Bêrîvanê destnîşan kir ku di dama berdanê de dozgeriyê vekirî jêre diyar kir ku mafê wi yê di betlane û rojên dawiya hefteyê de dikare zarokên xwe bibîne. Bêrîvanê derbirî ku ev 5 salin heta niha qet nehat rojekê mereq nekir zarokên xwe bibîne. Bêrîvanê anî ziman ku niha jî ji bo dîtina zarokên xwe nehatiye û wiha berdewam kir: “Heta niha rojekê mafê xwe yê dîtina zarokên xwe ne xebitandiye. Gelo niha di girtina rayeye zarokan de çiqas bidile? Tenê derdê wî êrîşkirina û rehet nehêlana mine. Ji xwe dizane dê nikare rayeya zarokan bigire û vê bi zanebûn dike.”


‘Ew BDP weke DTP’ê dizane’


Bêrîvanê bal kişand ser bi zanebûn kirina ban karên hevserê xwe yê ber û wiha got: “Ewqasî ji bûyeran dure ku hîna Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) weke Partiya Demokratîka Gelan (DTP) bin av dike.” Bêrîvanê anî ziman ku hevserê wê yê berê bêmafiyê li BDP’ê dike û wiha domand: “Partiya ku ez endamê wê me baş bilêv nake. Lê baş dizane bêmafiyê bike.”


 (zt)