Cenazeyê Ugur sevkî Tiba Edlî hat kirin
09:19
JINHA
STENBOL - Ugur Kurt ê ku li hewşa Cemxaneya Okmeydani bi guleya polîsan a li stuyê wî ket bi giranî birîndar bû jiyana xwe ji dest da.
Xwendekarên ji bo Berkîn Elvan li Okmeydani çalakî li dar xistin rastî mudaxeleya polîsan hat. Polîsên guleyên rast bikaranîn welatiyê bi navê Ugur Kurt ê ku li hewşa Cemxaneya Okmeydani bi giranî birîndar kirin. Ugur Kurt ê ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Okmeydani 2 caran hate emeliyatkirin jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Ugurê piştî karên dozgeriyê yên li nexweşxaneyê bi dawî bûn birin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê.
Li bendê ye ku piştî karên otopsiyê bi dawî bûn dê cenazeyê Ugur bibin Cemxaneya Okmeydani ya ku lê birîndar bû û li wê merasîma cenaze bê lidarxistin.
Piştre jî ji bo bê definkirin ber bi Samsunê ve bê birêkirin.
(zt)
