Li Surê Mutbexa komunal û ekolojîk

10:47

Derya CEYLAN / JINHA


AMED – Hostaya seramîkan Zubeyde Unye li gel jinên navçeya Surê mutbexa taştê ya bi navê Mutbexa Taştê ya Pia avakirine. Zubeyde got: “Em armanc dikin û mutbexek alternatîf avabikin. Em xwarinên pak ji zebzeyan çêdikin û xizmeta gel dikin.”


Di dema berê de jin jî din ava karên hilberînê de cîh digirtin. Bi pergala kaputelîzmê re jin ji navendên hilberînê hatin durxistin. Hemû sektor û karên hilberînê weke karê mêran dihatin dîtin. Jin di malan de hatin igrtin. Di van demên dawiy de hinek jinên di sektoran de hiwildan xwe bi cîh bikin û carekedinê rê li beşdariya jinan ya karên  hilberînê veke. Yek ji wan jinan jî Hostaya Seramîkan Zubeyde Unye ye. Zubeyde li taxa Savaş ya navçeya Surê ya Amedê mutbexa xwarinên taştê ya bi navê Mutbexa Taştê ya Pia yê vekiriye. Zubeyde diyar kir ku jin di van karan de zêdetir serkeftîne û ew armanc dikin pêşî li vekirina karên weke van bi destê jinan vekin.


‘Seramîk jî xwarin jî herêmên hilberînêne’


Zubeyde balkişand ser giringiya rola jinan din ava hilberînê de û wiha got: “Di atolyeyên seramîkê yên navçeya Surê de min li gel jinan me bi hev re gelek arên serkeftî kirin. Seramîk jî herêmek ya hilberînêye, xwarin jî. Ji ber wê jî di aliyê çêkirina xwarinên cuda û tamên cuda de ez gavên pêşketinê dibînim. Ji ber bi mirovan re mijulbûn. Bi hev re tama xarinê girtin û ji wan taman bertekên erênî girtin gelek giringe.”


‘Em bi hev re dixebitin û bi hev re di hilberînin’


Zubeyde anî ziman ku jin bi hev re zêdetir karên bi hêz dikin û wiha domand: “Pia gotinek kirmanckiye, wateya wê ‘Bi hev re, li gel hev.’ Ji ber wê jî hem atolyeya seramîkan û hem jî weke mala xwarinê me ev nav hilbijart. Emê bi hev re bixebitin û bi hev re hilberînin. Li vêderê her kes bi hev re din ava têkiliyan denin. Li vê derê her kes bi her awayî bi hev re dibin alîkar. Bi tayîbetî jî parvekirinên me bi jinan re pir çêdibin.”


‘Mala me ya xwarinê berhemê karek komunale’


Zubeyde bilêv kir ku Mutbexa wan ya Pia ya xwarinên taştê berhemê kedek komunale û wiha got: “Em hemû xarinan bi hev re amade dikin. Em bi hev re kar dikin û di heman demê de pirsgirêkên xwe jî bi hev re çarser dikin. Ji bo kirina karên hîn baştir em bi hev re xebatên xwe berdewam dikin.”


‘Em zebzeyên xwe ji hevselê digirin’


Zubeyde anî ziman ku armanca wan avakirina mutbexek alternatîf pêşdebibin û wiha domand: “Li Amedê gelek cihên xwarinên malan çêdike nîne. Mirovên ku xwarina bi goşt naxwazin bi rastî jî ev rewş hinek dibe pirsgirêk. Ji ber van sedeman çêkirina xwarinên malan û yên bi zebze tercîha me ya despêkêye. Em zebzeyên xwe jî ji baxçeyên Hevselê digirin. Armanca me bigiştî avakirina mutbexek alternatîf û organîke.”


 (zt)