‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya gelê kurde'

11:27

JINHA


AMED – Ji aliyê DOKH’ê ve li Çinarê di çarçoveya kampanyeya “Jin ji bo Azadiya xwe û Serokatiya xwe di çalakiyan denin” meşek bi meşaleyî hat li darxstin. Piştî meşê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de aktîvîsta DOKH’ê Tuba Çoban axivî û got: “Azadiya Serokê me azadiya gelê kurde. Civakek Serokatiya wê na azad be, ne jin, ne mêr tu kesên wê civakê dibin dîlgirtinê denin.”  


Di çarçoveya kampanyeya “Jin ji bo Azadiya xwe û Serokatiya xwe di çalakiyan denin” ji aliyê Têkela Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê ve duh êvarî di saet 20:00’an de li navçeya Çinarê ya Amedê meşek bi meşaleyî hat li darxstin. Meşê ji ber derê avahiya BDP’ê ya navçeyê despêkir û li ber derê Şaredariyê jî bi dawîbû. Hevseroka Navenda BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Hevşaredara Çinerê Rukiye Yilmaz û aktîvîstên DOKH’ê jî di navê de gelek welatî beşdar bûn. Di meşê de panqartên weke “Jin ji bo Azadiya xwe û Serokatiya xwe di çalakiyan denin” û duruşmên weke “Bijî Serok Apo”, “Çinar ne raze, li Serokatiya xwe xwedî derkeve”, “Jin jiyan azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berz kirin. Meş li ber derê avahiya şaredariyê bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Daxuyanî aktîvîsta DOKH’ê Tuba Çoban da û wiha got: “Ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan me kampanya daye despêkirin. Dê talebên me di çarçoveya avakirina netewa demokratîk be.”


‘Azadiya Serokê me azadiya gelê kurde’


Tuba anî ziman ku heta Azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê kampanyeya xwe berdewam bikin û wiha domand: “Azadiya gelê kurd bi azadiya Abdullah Ocalan ve girêdayiye. Bi vî awayî emê kampanyeya xwe berdewam bikin. Azadiya Serokê me azadiya gelê kurde. Civakek Serokatiya wê na azad be, ne jin, ne mêr tu kesên wê civakê dibin dîlgirtinê denin. Di heman demê de ziman û çanda wan jî dibin bişaftin û tunebûnê dene.”  


 Piştî daxuyaniyê girse belavbû.


(zt)