Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Nisêbînê bertek nîşanî helwesa KDP’ê dan
13:00
JINHA
MÊRDİN – Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Nisêbînê helwesta PDK’ê ya li hembarî saziyên kurdan şermezar kir. Dayîkan diyar kirin ku PDK’ê bê palîtîkaya xwe ya şaş yekîtiya kuran xiradike. Dayîkan bang li PDK’ê kir ku dest ji wê polîtîkaya xwe ya şaş beride.
Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Nisêbînê bi daxuyaniyek ya çepeçapemeniyê helwesta Partiya Demolratîa Kurdistanê (PDK) ê ya li hembarî saziyên kurdan yên li Herêma Federala Kurdistanê şermezar kir. Daxuyani li avahiya navçeya BDP’ê ya Nisêbînê hat dayîn. Li ser navê dayîkan Berdefka Meclisa Dayîkên Aştiyê Perîhan Altug daxuyanî da û got: “Barzanî êrîşî saziyên me dike û derdora Wargeha Mexmurê digire. Bila êdî hişê xwe bîne serê xwe. Heger kurd li kurdan bixe, em weke dayîk vê naxwazin. Em dixwazin demek ji ya dinê zutir Barzanî hişê xwe bîne serê xwe û yekîtiya kurdan biparêze. Bila yan li kurdbûna xwe xwedî derkeve yan jî navê kurdbûnê ji ser xwe rake. Bila bikeve nava yekîtiya kurdan û li hemberî zilmê şer bike. Heger vê neke dê wenda bike. Bila ji bîrneke hebûna me û wan bi saya hebûna Serok Apo û PKK’êye. Em bang li Barzanî dikin demek ji ya dinê zutir Barzanî ji siyaseta xwe ya şaş vegere û destê kurdan bigire.
(zt)

